Iraqê hişyarî da Swêdê

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku wan duh bi rêyên dîplomatîk hikûmeta Swêdê agahdar kiriye, eger şewitandina Qurana pîroz li ser axa Swêdê dubare bibe û bi hinceta azadiya derbirînê destûrê bide wî karî, “Iraq dê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Swêdê re qut bike.”

20.07.2023, Per - 11:28

Iraqê hişyarî da Swêdê
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Swêdê rê daye ku îro xwepêşandanek li pêşiya Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê bê sazkirin û di çalakiyekê de Quran û Ala Iraqê bên şewitandin.

Weke bertek li dijî wê biryara hikûmeta Swêdê, berbanga îro li Bexdayê xwepêşanderan careke din bi ser Balyozxaneya Swêdê de girtin û beşek ji balyozxaneyê şewitandin.

Piştî wê bûyerê, Swêdê êrîşa li ser balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bi tundî şermezar kir û ragihand, ew yek binpêkirineke cidî ya Peymana Viyenayê ye û hikûmeta Swêdê berpirsê karûbarên derve yê Iraqê yê li Stockholmê gazî Wezareta Derve kir û noteya nerazîbûnê da wî.

Wezîrê Derve yê Swêdê jî ragihand, ku berpirsyariya hikûmeta Iraqê ye ku balyozxaneyan û dîplomatan biparêze.

Li ser wan alozî û geşedanan, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civîneke bilez a awarte bi wezîrên derve û navxwe yên Iraqê, Serokê Asayişa Niştimanî, Cîgirê Serokê Saziya Îstixbaratê, Serokerkanê Artêşê û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş saz kir.

Di civînê de mijarên rêdana hikûmeta Swêdê bo şewitandina Qurana Pîroz û bûyera şewitandina Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê piştî civînê dauxyaniyek weşand û ragihand, bûyera şewitandina Balyozxaneya Swêdê hat şermezarkirin û hat gotin ku ew yek binpêkariyeke emnî ye ku divê demildest were çareserkirin û lêpirsîn bi berpirsyarên xemsar re bê kirin.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, kesên ku bûne sedema şewitandina balyozxane û kesên hatine desteserkirin bila bên dadgehkirin û kesên ku îhmal kirine jî divê lêpirsîn bi wan re bê kirin û derbarê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin.

Hikûmeta Iraqê tekez kiriye ku ew “pabendî parastina hemû nûnertiyên dîplomatîk û rûbirûbûna her êrîşeke ne ku wan dike armanc.”

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê herwiha dibêje, duh wî bi rêyên dîplomatîk ji hikûmeta Swêdê re gotibû ku eger şewitandina Qurana pîroz li Swêdê dubare bibe û ew welat bi hinceta azadiya derbirînê destûrê bide, ewê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi wî welatî re qut bikin.

Hikûmeta Iraqê destnîşa kiriye, ku ew kiryar binpêkirina peyman û urfên navdewletî ye ku tekezî li ser rêzgirtina ol û baweriyên hev dikin, herwiha dibin sedema zêdebûna kîn û nefretê."

Iraq herwiha vê yekê şermezar dike; Rayedarên swêdê jî li dijî bawerî û pîroziya kesên din helwestên bi vî rengî yên êrîşkar didomînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:16:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x