Kosret Resûl : Ji bilî Barzanî fermanê ji ti kesî wernegrin

Cigirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Kosret Resûl rênimayî da fermandarên pêşmerge û ragihand: Ji bilî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê, fermanê ji ti kesî wernegrin.”

24.10.2017, Sal - 13:05

Kosret Resûl : Ji bilî Barzanî fermanê ji ti kesî wernegrin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Kosret Resûl îro Sêşemê 24-10-2017 li Silêmaniyê ji fermandarên pêşmerge yên eniya başûrê Kerkûkê re civînek saz kir. Di civînê de fermandarên pêşmerge Cefer Şêx Mistefa û Westa Resûl jî amade bû.

Li gorî daxuyaniya nivîsîngeha Kosret Resûl, di civînê de Resûl behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê kiriye, êrîşa ser Kerkûk û navçeyên Kurdistanî weke plangeriyeke piralî binav kiriye û gotiye: “Dewleta Iraqê bi artêşekî mezin û hêzekî zêde yê mîlîsên Heşda anîne ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Kurdistanî.”

Resûl amaje bi wê yekê kiriye, ku bi tevê ne hevsengiya hêzê jî wan karîne li hember êrîşan bisekinin û berevaniya xaka Kurdistanê bikin.

Herwiha Kosret Resûl ji hemû fermandaran xwestiye bi hemû şiyana xwe ve hêzên xwe birêxistin bikin û nehêlin moralê pêşmerge bikeve.

Li gorî daxuyaniyê Kosret Resûl ji fermandarên pêşmerge re gotiye, ji xeynî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê, fermanên leşkerî ji ti kes an jî berpirsê hêzekî din wernegrin, ku ne di asta wê berpirsiyariyê de ne. Resûl daye guyakirin, ku wergirtina fermanan ji kesên din dê bibe xeletiyeke leşkerî û sebeba şkestina mezintir.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1687 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x