PAK'ê Qurbanîyên komkujîya Şengalê bibîr anî

Partiya Azadîya Kurdistan (PAK)\'ê, 8. salvegera komkujîya DAÎŞ\'ê ku li hemberî Kurdên Êzidî pêkanîbû lanet kir û qurbanîyên komkujîyê bibîr anî.

03.08.2022, Çar - 07:40

PAK'ê Qurbanîyên komkujîya Şengalê bibîr anî
Nuçe Belav bike

PAK\'ê daxûyaniya xwe de da zanîn û got, Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin.\" û daxûyanî wiha didome:

\"Îro heyştemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatîyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî rûbirû bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet deynin ber xwe û bi cîh bînin.

Em bangî Netewên Yekgirtî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî bê qebûl kirin.

Heşda Şahbî û YBŞ nahêlin peymana ku bi çavdêrîya Netewên Yekbûyî di navbera Bexda û Hewlêre da hatîye îmze kirin bêbicîh anîn. Li gorî vê peymanê gelê me yê Êzidî bêyî ku rûbirûyî astengîyan bibe dê bikaribin vegerin cîh û warên xwe.Netewên Yekbûyî û Bexda divê demildest hewecedarîyên vê peymanê bicîh bînin da ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bikaribin vegerin Şingalê.

Di heyştemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî rûbirû bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Di 8êmîn salvegera jenosîda Şingalê ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî rûbirû bûne de, em hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.

Di heyştmîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 614 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:56:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x