'Ji niha pê ve em ê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'

Tirkiye tevî Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) ji bo operasyona li ser bajarê Efrînê amadekariyan dike. Fermandarê Likaya Siltan Murad Ahmed Osman ji Spûtnîkê re ragihand ku 'ew ji bo operasyona Efrînê amadekariyên dawî dikin û endamên ASAyê niha li benda fermanê ne û ji niha pê ve wê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'.

15.12.2017, Cum - 15:32

'Ji niha pê ve em ê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'
Nuçe Belav bike

Li gor jêderên ASAyê Tirkiye tevî komên ASAyê, yên ku di operasyonê Mertala Firatê de cî digirtin amadekariya operasyonekê li ser bajarê Efrînê ya Rojava dikin. Tê gotin ku ji bo operasyonê 10 hezar leşkerên Tirkiyeyê û 15 hezar endamên ASAyê ji bo operasyonê amade ne. Ji bo operasyonê fermana amade bin ji bo leşkerên tirkî û endamên ASAyê hatiye dayin û li derdorên Idlîb û Efrînê nexweşxaneyên sahrayî hatine avakirin. Tirkiyê di çarçoveya operasyonê de gelek zêde leşkeran sewqî ser sînor dike û li gel wan jî, topên obûs, tank û wesayîtên zirxî li ser sînor bicih kirine.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û wezîrên din ên Tirkiyeyê di daxuyaniyên ku dem bi dem didin de sînyala wê yekê didin ku dê li hember Efrînê operasyonekê li darbixin.

Fermandarê Likaya Sultan Murad ya girêdayî ASAyê Ahmed Osman diyar kir ku ji bo operasyona Efrînê amadekariyên dawî tên kirin û weha pê de çû: "Li Sûriyê DAIŞ li ber xelasbûnê ye. Ji niha pê ve em ê li hember YPGê û Artêşa Sûriyê şer bikin. Dem bi dema li herêma Menbîçê em li hember YPGê şer dikin. Di destên YPGê de gelek gundên ereb û tirkmenan hene. Divê em van deveran ji YPGê rizgar bikin. Divê bajarê Efrînê ji YPGê were rizgarkirin. Em li herêmê her tim amade ne. Em her di nava amadekariyê de ne. Em bi Tirkiyê re ji bo operasyona Efrînê amadekariyên dawî dikin. Endamên me ji bo operasyonê amade ne. Li benda fermanê ne."

Bajarê Efrînê ya Rojava ku dikeve bakurê bajarê Helebê ya Sûriyê ji sala 2013an ve di bin kontrola YPGê de ye. Ji ber ku nêzîkê sînorê Tirkiyê û bajarê Idlîbê ye ji aliyê stratejîk ve xwedî giringiyê ye. Li Efrînê zêdetirê wan kurd zêdeyî milyonek mirov dijîn. Li Efrînê ya ku xwedî 360 gund û 7 bajarokane nêzî 35 hezar şervanên YPG hene.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 1606 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:54:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x