Li taxa Tezekayê ya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li ber Çemê Dîcleyê welatiyan cenazeyê kesekî dît.
Cenazeyê ciwanê bi navê Umut Çakmakê 24 salî ku 2 roj in ti agahî jê nedihat wergirtin li taxa Tezekayê ya navçeya Bismilê, li kêleka Çemê Dîcleyê hat dîtin.
Li ser agadarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînên destpêkê hat zanîn ku kesê mirî hatiye dîtin, gule lê hatiye reşandin û bi kêrê şkence lê hatiye kirin.
Cendirmeyan eşkere kir ku cenaze yê Umut Çakmak e.
Hat zanîn ku Çakmak zewicî ye û bavê zarokekî ye.
Li gorî nûçeya DHAyê, Çakmakê ku şofêr bû, 22yê Çiriya Paşînê ji malê derketiye, piştî ku malbata wî xeber jê negirtin, doh serî li Rêveberiya Ewlehiyê ya Navçeyê dan.
Tîman cenazeyê Çakmak ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.