PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Bajarê Wanê şermezar dikin

15 Sibat 2025 - 10:29
15 Sibat 2025 - 10:29
 0  365
PWK: Em biryara tayin kirina qeyûmê li ser Şaredarîya Bajarê Wanê  şermezar dikin

Piştî ku 3 sal û 9 meh cezaya girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, Wezareta Navxwe ya Komara Tirkîyeyê ragihand ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji wazîfeyê wergirtîye û li  şûna wî  Parêzgarê Wanê Ozcan Balci wekî qeyûm hatîye tayînkirin.

Biryara tayîn kirina qeyûmî, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Wanê ye, biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê Hevserokê Şaredarîya Wanê vegere ser wazîfeya xwe.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)