Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê bi aliyên peywendîdar ên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û efserên bilind ên hêza Pêşmergeyan re li Hewlêrê hat kirin.

02.05.2024, Per - 10:17

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê duh roja (Çarşem, 01.05.2024) belav kiriye, “Fermandeya hêzên Pêşmergeyan û Hevpeymaniya Navdewletî civînek li Serokatiya Herêma Kurdistanê kir”.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê, civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê bi aliyên peywendîdar ên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û efserên bilind ên hêza Pêşmergeyan li Serokatiya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Li dû zanyaran, dawî pêngav û rêkarên piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmergeyan di wê civînê de hatine berçavkirin, herwesa helsengandin jî ji bo wan pêngavan hatiye kirin.

Wê ragehandina Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, “Di wê civînê de amaje bi pêşveçûnên wê piroseyê hatiye kirin, herwesa danûstandin jî li ser arêşe û astengên di rêya wê piroseyê de û çawaniya çarekirina wan arşeyan hatine kirin”.

Wezareta Pêşmerge eşkere kiriye, “Hevpeymaniya Navdewletî tekez li ser pêdivîtî û giringiya berdewamî û biserxistina piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge kiriye, ji bo vê meremê jî hemî alîkarî û piştgirî ji bo hêza Pêşmergeyan tekez kiriye”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x