Hewler: Dengên çend teqînan hatin bihîstin

Li çend herêmên Hewlêrê dengên teqînên dronan hatin bihîstin û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî zingilê hişyariyê lê da.

14.04.2024, Paz - 08:52

Hewler: Dengên çend teqînan hatin bihîstin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku di Rûdawê ye dengên teqînan li navçeyên Soran, Akrê, Şeladizê, Biradost û Enkawayê hatin bihîstin.

Heta niha zererên wan teqîn û dronan nehatiye zanîn.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar ragihand ku li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê dronan Çiyayê Soranê kiriye armanc.

Endam Cebar got, “Deng û ronahî di nava çend deqeyan de hatin dîtin û bihîstin û wisa xuya dike ku ew mûşek û drone ji Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî ji sînorên Pîranşar û Nexedeyê hatine avêtin.”

“Mûşek bi qasî 50 metre dûrî gund ket”

Şahidekî li cihê bûyerê ji Rûdawê re got, "Dengeke bilind hat bihîstin û dema deng hat gundiyan gule berdan. Mûşek bi qasî 50 metre dûrî gund ket."

Li gorî şahidan mûşek neteqiyaye û hêzên asayîşê li cihê mûşek ketiye dest bi lêkolînê kir.

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:20:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x