Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Hikûmeta Federal pêşniyar û destpêşxeriya Konfederasyonê weke alternatîvekê bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêşkêş nekiriye, weke ku li hin dezgehên medyayî de behsa wê dikin.”
Seid Hedîsî herwiha got: “Em tekezî li ser wê yekê dikin ku di Destûra Iraqê de hatiye, ku Iraq welateke yekgirtî û Federalî ye, ne weke Konfederalî.”
Hedîsî herwiha tekez kiriye, ku Desûra Iraqê ji bo desthilatdariya Iraqê û pêwendiyên siyasî yên li gel hemû alî û beşên wê pêwendiya federalî weke bingeh û çarçove diyar kiriye.
Berdevkê hikûmeta Iraqê dibêje: “Zêdebarî wê yekê jî behskirin derbarê Konfederaliyê berovajiyê Destûra Iraqê ye, hikûmeta Iraqê bi ti şêweyekê pêşniyarek bi vî awayî pêşkêş nekiriye.”
Roja 25ê Îlonê Hikûmeta Herêma Kurdistanê referandumek bo serxwebûna Herêma Kurdistanê encam da, ku li gorî encamên fermî nêzîkî