Artêşa Tirkiyê navendên petrol û gazê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiri

Artêşa Tirkiyê îro navendên petrol û gazê yên li sînorê Qamişlo, Dêrik û Tirbespî yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin.

23.11.2022, Çar - 11:12

Artêşa Tirkiyê navendên petrol û gazê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiri
Nuçe Belav bike

Medyayên nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xwese a li Rojavayê Kurdistanê belav kirine, ku îro dronên Tirkiyê parûzngeheke petrolê li başûrê navçeya Çilaxa bombebaran kirine.

Li gor wan çavkaniyan, dronên Tirkiyê êrîşî parzûngeha Dcile ya li gundê Girhok ê li başûrê navçeya Çilaxa kirine û 3 bombe li parzûngehê xistine.

Di encamê de agir bi wê parzûngehê ket û tîmên agirvemirandinê ji bo kontrolkirina agir çûne cihê êrîşê.

Herwiha droneke Tirkiyê her îro navendeke gazê ya li gundê Siwêdiyê yê ser bi bajarê Dêrikê ve topbaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama vê êrîşê de 2 welatî birîndar bûne.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê herwiha îro stasyona Zerabe ya nêzî gundê Mela Ebas bombebaran kirin.

Piştî wê, balafirên şer ên Tirkiyê stasyona Seîde ya li nêzî gundê Girdîm ê ku 10 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê ye bombebaran kirin.

Stasyona Seîde duyemîn mezintirîn stasyona komkirina petrolê ya li kantona Qamişlo ye.

Mezintirîn stasyona petrolê jî stasyona Rimêlan e ku di sala 2019`an de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatibû hedefgirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x