Balyozê Amerîka: Em piştgiriyê didine YPG, lê...

Balyozê Amerîka yê li Enqereyê John Bass di derbarê kuştina Balyozê Rûs ê li Enqereyê andrey Karlov got, "Em van tawanbarkirinan red dikin û êrîşê şermezar dikin."

23.12.2016, Cum - 10:35

Balyozê Amerîka: Em piştgiriyê didine YPG, lê...
Nuçe Belav bike

Bass îdiayên Amerîka piştgiriya êrîşa li dijî Karlov kiriye bi gotina "Di derbarê piştgiriya Amerîkayê de delîl tune ne' red kirin û bibîrxist ku wan pêşniyar kirine ku piştgiriyê bidin lêpirsînê.

'Bass hevdîtinên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên di derbarê Sûriyeyê de jî nirxand û got, "Em piştgiriyê didin têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê. Eşkere ye ku raboriyeke dirêj a Tirkiye û Rûsyayê heye." Bass lê zêde kir û got, "Têgihiştina ku em binê nêzikbûna Tirkiye û Rûsyayê dikolin, şaş e."

Bass di derbarê têkiliya Amerîka ya bi YPG û PYDê re de jî ev tişt gotin, "Em piştgiriyê didine lê em rasterast çek û cebilxaneyan nadinê. Armanca me kêmkirina berfirehiya êrîşên DAIŞê ye." Bass her wiha got, "Me li Sûriyeyê piştgirî neda yekbûna herêmên bi navê kantonan, em ê tu caran jî piştgiriyê nedinê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1528 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:40:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x