Li Efrîn'ê 3 Kurd hatin girtin: Hincet Rêveberiya Xweser e

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên leşkerî 3 Kurd bi hinceta "pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser" girtin.

29.03.2024, Cum - 13:51

Li Efrîn'ê 3 Kurd hatin girtin: Hincet Rêveberiya Xweser e
Nuçe Belav bike

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve, li gundê Şîxoytkayê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê welatiyekî Kurd bi hinceta ku "pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye" girt.

Herwiha li bajarê Efrînê jî 2 welatiyên Kurd ên ji navçeya Mabatayê bi hinceta ku "pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye" ji aliyê polîsên leşkerî ve hatin girtin.

Li aliyê din polîsên leşkerî, welatiyekî Kurd ê ku berî 5 mehan bi heman hincetê hatibû girtin, bi 5 hezar dolaran berda.

SOHRê da zanîn ku 17ê Adarê jî polîsên sivîl welatiyê Kurd ê bi navê Farûq Mihemed Cemîl Şêxo yê 49 salî yê ji gundê Sêmalkayê yê navçeya Mabatayê girt û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî wê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:50:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x