Li Rojavayê Kurdistanê erişî binkeya Amerîkayê hat kirin

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi dronê êrişî binkeya Amerîkayê hat kirin.

24.10.2023, Sal - 08:19

Li Rojavayê Kurdistanê erişî binkeya Amerîkayê hat kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên herêmî, li bajarê Dêrikê bi droneke ku nayê zanîn a kîjan welatî ye êrişî binkeya Amerêkayê ya Rûbaryayê hatiye kirin.

Di êrişê de ziyanên madî çêbûne lê nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.

Têkildarî êrîşê hê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Duh sibehê jî bi 3 dronan hewl hatibû dayîn ku êrişî binkeya Amerîkayê ya Tenefê ya li başûrê Sûriyeyê bikin.

Grûpên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, car caran bi roket û dronan êrişî binkeyên Amerîkayê yên li Dêrezorê dikin.

Herêmên tên armanckirin di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x