Fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê hat kuştin

Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, fermandarekî Supaya Pasdaran li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.

16.11.2022, Çar - 07:09

Fermandarekî Supaya Pasdaran a Îranê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Malpera Fars News a nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, di xwepêşandanên piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de alozî derketine û li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama aloziyan de fermandarekî Supaya Pasdaran yê bi navê Reza Elmasî hatiye kuştin.

Di heman demê de çend rêxistinên mafên mirovan jî behsa kuştina xwepêşanderekî li bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Duh danê sibê 15ê Mijdara 2022yan, xelkê bajarên Mehabad, Sine, Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bane, Dîwandere, Bokan, Şino, Pîranşar, Kamyaran û Serdeştê, dikanên xwe venekirin.

Li gor vîdeoya ku li medyaya civakî belav bûye, greva giştî li beşek ji bajarên Tehran, Şîraz, Meşhed, Reşt, Merûdeşt, Esfehan, Yezd, Erak, Kirman, Germsar û Ginawe birêve çûye.

Ev grev li ser daxwaza çend partî û rêxistinên navxwe û derve yên Îranê ve hat kirin û ji bo bîranîna 24ê Mijdara 2019an bûye, ku di wê rojê de li çend bajar û bajarokên Îranê xwepêşandan birêve çûye û li gor zanyariyên nefermî yên rêxistinên mafên mirovan, di wê rojê de bi sedan xwepêşander bi teqeyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA di çend nûçeyên xwe de girtina bazar û dikanan li çend deverên Tehranê piştrast kiriye, lê belê sedema vê yekê weke “ji tirsa alozî û gefa li ser malên xwe, dikandaran dikanên xwe girtine" nîşan daye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 145 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:58:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x