Li hember Pêşmerge kemîn: Komek dil hat girtin

Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleyê daxuyaniyeke nivîskî ragihand û tê de da zanîn ku grûpeke Pêşmerge li navçeyên Soma û Bradost a parêzgeha Urmiyê ketin kemîna hêzên Îranê û dîl hatine girtin.

25.07.2022, Pts - 05:19

Li hember Pêşmerge kemîn: Komek dil hat girtin
Nuçe Belav bike

Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) bi dilgiranî ragihand ku grûpeke Pêşmerge li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ketine kemîna pasdarên Îranê û hinek ji wan dil hatine girtin.

Komeleyê di derbarê bûyerê de zanyariyên zêdetir neda got \"Em dê di rojên pêş de agahiyên zêdetir ji raya giştî re ragihînin.\"

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Yek ji wan partiyan e ku ji sala 1979an ve li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêveberiya Îranê şer dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x