Li Seqizê teqe li xwepêşanderan hat kirin

Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û alozî şeva biorî jî berdewam bûn û hezên ewlehiyê yên Îranê teqe li xwepêşanderan kirin.

08.11.2022, Sal - 07:57

Li Seqizê teqe li xwepêşanderan hat kirin
Nuçe Belav bike

Xwepêşandanên ku j 17ê Îlonê ve li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî canjidestdana Jîna Emînî dest pê kiribûn û li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bibûn, di hefteya xwe ya 8an de berdewam in.

Li bajarên Sine û Seqizê xwepêşandanên tund birêve çûn û li çend taxên wan herdu bajarên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket.

Li Seqizê teqe li xwepêşanderan hat kirin. Li bajarên Merîwan, Bokan û Mihabadê jî xwepêşandan û nderazîtî heta derengî şevê berdewam bûn.

Li Îranî li bajarên Kerec, Ehwaz û Şarî Kurd xwepêşandan û nerazîtî berdewam bûn û li bajarê Zencanê jî bingeheke hêzên Besîc hate şewitandin.

Li Tehrana paytexta Îranê li çend navçeyên cuda drûşmên li dijî desthilata Îranê û banga azadiyê li ser ban û balkonên malan berdewam kir.

Li gor amarên rêxistinên mafên mirovan ên Belûçistanê, tenê di xwepêşandanên wê parêzgehê de nêzîkî 118 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Li seranserê Îranê 304 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihandiye ku ji destpêka xwepêşandanên wê carê ve 304 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine kuştin. Li gorî heman çavkaniyê, 41 kes ji wan zarok û 24 kes jî jin in.

Rêxistinê diyar kir ku herî zêde li Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlanê xwepêşander hatine kuştin.

Li Rojhilatê Kurdistanê 61 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di amareke herî nû de ragihandiye ku ji destpêka xwepêşandanan ve 61 kes li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dane, ku 11 ji wan zarok û 7 jî jin in.

Her li gor heman amaran, tê texmînkirin heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 4,000 kes hatibin desteserkirin. Herwiha hatiye diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanan ve, li 38 bajar û 10 zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî desthilata Îranê hatine lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x