Rojhilat: Ciwanekî Kurd di bin 'îşkenceya hêzên Îranê' de hat kuştin

Xortekî Kurd ku li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin, tenê çend demjimêran piştî desteserkirinê di bin îşkenceya hêzên Îranê de canê xwe ji dest da.

09.12.2022, Cum - 12:14

Rojhilat: Ciwanekî Kurd di bin 'îşkenceya hêzên Îranê' de hat kuştin
Nuçe Belav bike

Ciwanê Kurd Şadman Ehemdî yê 33 salî, xelkê bajarê Dêhgolanê yê ser bi parêzgeha Sineyê ve duh Pêncşembê 8ê Kanûna 2022an ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranî ve hatibû desteserkirin, lê piştî çend demjimêran termê wî radestî malbatê hatibû kirin.

Malabata wî û rêxistinên Mafê Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, Şadman ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye îşkencekirin û di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan, hêzên Îtilaatê doh li bajarê Dêhgolanê bi 3 otomobîlan avêtine ser mala Şadman û ew desteser kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye,“Şadman Ehmedî roja Pêncşemê piştî nîvro ji aliyê hêzên Îtilaatê ve ji mala xwe hat revandin û piştî çend demjimêran di bin îşkenceyê de hat kuştin.”

Li gor heman çavkaniyê, xizmekî malbata Ehmedî gotiye, “hêzên Îtilaatê bi du otomobîlên Samand ên Spî û otomobîleke Peugeot 405 êrîşî mala wî kirine.”

Piştî canjidestdana Şadman Ehmedî, hêzên hikûmetê malbata wî agahdar dikin û term radest dikin. Li gor agahiyan, hêzên hikûmetê zext li malbata Şadman kirine ku bi şev û bê beşdariya xelkê term veşêrin.

Kanaleke telegramê ya ser bi Supaya Pasdaran ve canjidestdana Şadman piştrast kiriye, lê ragihandiye, Şadman bi sedema zêde bikaranîna madeyên hişber canê xwe ji dest daye.

Herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku Şadman di xwepêşandanên Dêhgolanê de beşdar bûye û ziyan gihandiye milkê giştî, lewra hatiye desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x