Li Wanê sempozyûma Feqiyê Teyran destpê kir

empozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî di 30ê Gulanê de bi dawî bibe.

28.05.2022, Cts - 14:29

Li Wanê sempozyûma Feqiyê Teyran destpê kir
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê "Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî" ku bi hevkariya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tê lidarxistin, dest pê kir.

Ji bilî ji welatên cuda, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 60 akademîsyenên ji zanîngehên cuda û her wiha xwendekar beşdarî sempozyûmê bûn ku li salona konferansê ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Wan Yuzuncu hat lidarxistin.

Rêvebirê Giştî yê Zanîngeha Wan Yuzuncu Prof. Dr. Hamdullah Şevlî di merasima destpêkirina sempozyûmê de axivî û diyar kir ku ew kêfxweş û bi kelecanî ne ku mazûvaniya sempozyûmê dikin ku dê 3 rojan bidome.

Biryar e Sempozyûma Navneteweyî ya 3yemîn a Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî di 30ê Gulanê de bi dawî bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:55:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x