Îranê cezayê bidarvekirinê li 3 xwepêşanderên din birî

Îranê bi tohmeta kuştina sê endamên hêzên emnî yên wî welatî, cezayê bidarvekirinê li ser sê xwepêşanderên din sepand.

09.01.2023, Pts - 13:21

Îranê cezayê bidarvekirinê li 3 xwepêşanderên din birî
Nuçe Belav bike

Ajanasa Mîzan a ser bi desthilata dadê ya Îranê ve, îro Duşemê 9ê Çileya 2022an belav kir, ku dadgehê bi tawana “Muharebe” anku “şer li dijî Xwedê”, cezayê bidarvekirinê li Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yaqûbî biriye.

Li gor agahiyan, her sê kes xelkê Îsfehanê ne û ajansa Mîzan a desthilata dadê ya Îranê ragihandiye, ew sê kes roja 16ê Mijdara 2022an bûne sedema aloziyan û canjidestdana sê endamên hêzên emnî yên Îranê.

Di heman dosyeyê de 6 kes dihatin darizandin ku ji bo du kesên bi navê Emîr Nasir Azadanî 26 sal cezayê zîndanê û Syhêyl Cehangîrî 2 sal cezayê zîndanê hatiye dan, herwiha dadgehê derbarê Cabir Mîrhaşimî de biryara beraetê da.

Piştî arambûna rewşê û kêmbûna xwepêşandanan li Îranê, hikûmeta Îranê dest bi darizandina hejmarek ji xwepêşanderan kiriye. Dadgehên Îranê heta niha cezayê bidarvekirinê li 17 kesan birrîne, ji wan 17 kesan 4 jê hatine îdakirin ku 3 ji wan Kurd bûn.

Yekemîn kesê piştî xwepêşandan li Îranê hat bidarvekirin, Muhsin Şikarî bû ku di 8ê Kanûna 2022an de hat îdamkirin. Di 12ê Kanûna 2022an de jî girtiyê bi navê Mecîdriza Rehnewerd hatibû bidarvekirin.

Roja Şemiyê 7ê Çileya 2023an, Îranê du kes bi navên Mihemed Mehdî Keremî xelkê navçeya Bîcar a Rojhilatê Kurdistanê û Seyid Mihemed Hisênî bi tohmeta kuştina endamekî hêzên emnî li bajarê Kerecê di Mijdara 2022an de bidarve kiribû.

Sepandina cezayê bidarvekirinê li ser xwepêşanderên girtî ji aliyê hikûmeta Îranê ve di asta navdewletî de rastî gelek bertek û nerazîbûnan hatiye. Amerîka, Almanya, Brîtanya, Îtalya, Yekîtiya Ewropa, Kanada, Belcîk û Danmark û hejmarek welatên din li dijî biryarên bidarvekirinê daxuyanî dane û hikûmeta Îranê şermezar kirine.

Herwiha hejmarek welatan wek nîşandana nerazîbûna xwe li hember wan bidarvekirinan, balyozên Îranê bangî wezaretên derve kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:10:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x