Îranê 7 welatîyên Kurd di nava heftîyekê da bidar vekir

Komara îslamîya Îranê 7 welatîyên Kurd di rojên borî, li girtîxaneyên Kirmanşah û Urmîyê li rojhilata Kurdistanê bidarve kir.

18.03.2017, Cts - 12:39

Îranê 7 welatîyên Kurd di nava heftîyekê da bidar vekir
Nuçe Belav bike

Senterê Demokratîk yê mafê mirovî li Hurdistanê ku navenda wê li Almanyaye, di beyanekê da aşkere kirîye, komara îslamîya Îranê di heftîyekê da, 7 welatîyên rojhilata Kurdistanê, di zîndanên KLirmanşah û Urmîyê bidarve kirine, bê ku tometên wan bên dîyar kirin.

Di beyanê da navên wan Kurdên rojhilat hatîye ku hukmê bidar vekirinê li ser hatîye dan, yek ji wan Kyomrit Freydane ku li Îlona sala borî, Îranê bavê wî jî bidarve kiribû û dayîka wî jî bi zîndana heta hetayî li Urmîyê hukim kirîye.

Rêxistina mafên mirov li Îranê pêştir ragîhandibû, desthilatdarên Îranê di her neh saetan da kesekî bidarve dikin, rexne jî li bêdengîya civaka Navdewletî girtibû.

Komara îslamîya Îranê di rêza yekê ya wan welatan tê ku hukmê bidarvekirinê lê heye, piranîya kesên li wî welatî jî tên bidarvekirin Kurdin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x