Berbijêrê Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman bo posta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Cefer Sedir îro Duşemê dest ji wê postê vekişand û li Twittera xwe nivîsî: “Min berbijêriya Sadir ji bo piştgirîkirina li projeya wî ya çaksaziyê niştimanî qebûl kiribû, lê niha dema lêborînê û dema vekişînê ye.”
Her wiha got: “Spas ji bo cenabê wî û Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman ji bo baweriya wan bi min.”
Piştî ku Muqteda El Sedir daxwaz ji Serokê Fraksiyona Sedir Hesen Azerî li Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku destjikarberdana parlementerên Tevgera Sedir pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bike, Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî destkişandina parlamenterên bloka Sedirî pejirand.