Hemas û Îsraîlê li ser berdana dîlan dîsa li hev kir

Hemasê ragihand ku li ser çareserkirina pirsgirêka derengketina berdana girtiyên Filistînî rêkeftin hatiye kirin.

26.02.2025, Çar - 12:03

Hemas û Îsraîlê li ser berdana dîlan dîsa li hev kir
Nuçe Belav bike

Hemasê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şandeya bi serokatiya Endamê Polîtburoya Hamasê Xelîl El Hayye serdana xwe ya Qahîreyê bi dawî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, şande bi rayedarên Misirê re civiya û wê şandeyê behsa bicihkirina rêkeftina agirbestê û peymanên pevguherîna girtiyan û pêşbîniyên qonaxa duyem a danûstandinan kir.

Di daxuyaniya Hemasê de hat destnîşankirin ku şandeyê tekezî li ser helwesta xwe ya zelal a li ser pêwîstiya bicihkirina mercên rêkeftina agirbestê û peymanên pevguherîna girtiyan kiriye.

Li gorî nûçeya televîzyona Îsraîlî ya Kanal 13yê jî, rayedarekî Îsraîlî yê ku navê wî nehat eşkerakirin da zanîn ku li ser çareserkirina krîza derengmayîna berdana girtiyên Filistînî bi Hemas re li hev hatine.

Wî rayedarî da zanîn ku di rêkeftina bi Hemas re de, qonaxa yekem dê 4 dîlên Îsraîlî yên ku hatine kuştin bêyî merasim werin radestkirin û girtiyên Filistînî jî dê bi qonax bi qonax werin berdan.

Hemasê di daxuyaniya xwe de dema radestkirina termên girtiyên Îsraîlî diyar nekir lê wî rayedarê Îsraîlî got ku dê radestkirina wan îşev pêk were.

 

Vî nûçeyê tevayî: 408 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x