Îranê li ser êrişên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê daxuyanî da

Îranê êrişên esmanî yên Amerîkayê yên li Îraq, Sûriye û Yemenê şermezar kir û diyar kir ku ew “şaşitiyeke stratejîk e ku ji bilî zêdekirina aloziyên li herêmê xizmeta ti armancê nake” bi nav kir.

03.02.2024, Cts - 14:05

Îranê li ser êrişên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew êrişên ku “binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî” ne şermezar dike.

Kenanî êriş wekî “macerayeke din û xeletiyeke stratejîk” a rêveberiya Amerîkayê bi nav kir û diyar kir ku ji bilî zêdekirina alozî û bêîstîqrarê ti encameke din jê dernakeve.

Herwiha îdia kir ku bi van êrişan Amerîka tenê xizmeta armancên Îsraîlê dike ku êrişên xwe yên li Xezeyê didomîne.

Kenanî bal kişand ser metirsiya berfirehbûna mezinahî û erdnîgariya şer û pevçûnan ku berdewamiya êrişan dikare bibe metirsî li ser aştî û ewlehiya navdewletî.

Kenanî bangî li civaka navdewletî û Encûmena Asayişa Navdewletî jî kir ku pêşiya van êrişan bigirin.

Grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Sûriye û Îraq û Hûsiyên li Yemenê wekî berteka li hember êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, bi mûşek û dronan dest bi êrişan li ser baregehên Amerîka û Îsraîlê kiribûn.

Grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê 28ê mehê bi dronên kamîkaze êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê kir û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest da û zêdetirî 40 leşkerî jî birîndar bûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku şeva borî wek tolhildana êrişa 28ê mehê, wan li Îraq û Sûriyeyê êrişî baregehên Supaya Pasdaran a Îranê û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x