Rêberê Hemasê li ser agirbestê daxuyaniyek da: Em nêzîkî peymanê ne

Rêberê Hemasê Îsmaîl Heniye got ku ew bi Îsraîlê re 'nêzîkî peymana agirbestê ne' û wan bersivên xwe gihandine Qeterê ku di vê mijarê de navbeynkariyê dike.

21.11.2023, Sal - 07:26

Rêberê Hemasê li ser agirbestê daxuyaniyek da: Em nêzîkî peymanê ne
Nuçe Belav bike

Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê derbarê agirbestê de daxuyaniyek da.

Heniye got, “Tevgerê bersiva birayên xwe yên li Qeterê û navbeynkaran daye. Em nêzîkî peymana agirbestê ne.”

Li Xezeyê rewşa dawî

Lîwayên Qesamê ku baskê çekdarî yê Hemasê ye, 7ê Çiriya Pêşînê li dijî Îsraîlê êrişeke bi navê "Tofana Eqsayê" pêk anîbû.

Li ser vê yekê Îsraîlê jî li Xezeyê dest bi bombebaraneke dijwar kiribû.

Di êrişa 7ê Çiriya Pêşînê de zêdetirî 310 leşker bi giştî 1200 Îsraîlî hatibûn kuştin û 5 hezar û 132 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî artêşa Îsraîlê, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve di şerê li Xezeyê de 66 û li ser sînorê Libnanê jî 6 leşkerên wan hatine kuştin.

Li aliyê din, li gorî Lîwayên Qesamê di destên wan de 239 dîlên Îsraîlî hene.

Herwiha li gorî hikûmeta li Xezeyê ji 7ê Çiriya Pêşînê ve di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 5 hezar û 600 zarok û 3 hezar û 550 jin bi giştî 13 hezar û 300 kesan canê xwe ji dest daye.

Li Şerîaya Rojava û Qudsê jî di êrişên Îsraîlê de 217 Filistînî hatine kuştin.

Di şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbulahê de jî ji 8ê Çiriya Pêşînê ve 76 çekdarên Hizbulahê hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x