PSDK: Nûnerê me ji bo referandûmê amade ye

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK), Mihemed Hacî Mehmûd li ser referandüma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyek nû da.

29 Avrêl 2017 - 06:37
29 Avrêl 2017 - 06:37
 0
PSDK: Nûnerê me ji bo referandûmê amade ye

Mihemed Hacî Mehmûd aşkere kir ku partiya wan PSDK, nûnerê xwe yê bo Komîteya Referandüma Serxwebûnê de diyar kirine.

Hacî Mehmûd ragihand ku piştî civîna PDKê û YNKê daxwaza nûnerekê ji wan hatiye kirin ji bo Komîteya Referandûmê û wan jî Sadiq Cebar weke nûnerê PSDKê di vê komîteyê de diyar kiriye.

Sekreterê PSDKê destnîşan kir ku biryar e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê her yek endamekê ji bo Komîteya Referandûmê diyar bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1945 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:04:14