Îro encama hevdîtinên Astane tê ragihandin

Îro encamnameya hevîditinên Astanayê tê ragihandin, civînan bi awayekî girtî destpê kirin.

16 Sibat 2017 - 05:20
16 Sibat 2017 - 05:20
 0
Îro encama hevdîtinên Astane tê ragihandin

Li gor zaniyarîyên Şandiyê Rûdawê li paytexta Qazaxistanê ragihand ku dê heya seat 16.00ê hevdîtinên li Astanayê bidawî bibin û encamname jî bi awayekî fermî di kongreyeke rojnamevanî de bê ragihandin.

Îro encamnameya hevîditinên Astanayê tê ragihandin, civînan bi awayekî girtî destpê kirin

Li gorî agahiyên şandiyê Rûdawê, vê carê Şandiyê Netewên Yekbûyî Stefan De Mistura ji bo qeyrana Sûriyê jî amade nebûye û Tirkiye jî di asteke nizim de beşdar bûye.

Berê cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê amade bibû, lê vê carê navê serokê şanda Tirkiyê nehatiye ragihandin, lê serokê şanda hikûmeta Beşar Ceferî ji 14ê vê mehê ve li Astanayê ye.

Îro, roja Pencşemê 16ê Sibatê şandeke leşkerî ji dijbereya Sûriyê û şandeke hikûmeta Sûriyê li Astana li gel welatên serpereştyar Îran, Tirkiye û Rûsyayê dicivin û rewşa agirbestê li Sûriyê gotûbêj dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1693 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:58:23