Şaxewan Ebdullah: Proseya diyarkirina parêzgarê Kerkûkê nerewa ye

Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de helwesta fermî ya PDKê derbarê civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û hilbijartina parêzgar ragihand û prose wekî "nerewa" binav kir.

16 Avrêl 2026 - 10:38
16 Avrêl 2026 - 10:38
 0
Şaxewan Ebdullah: Proseya diyarkirina parêzgarê Kerkûkê nerewa ye

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û mijara diyarkirina parêzgar, proseyeke nerewa ye û li derveyî îradeya Kerkûkiyan hatiye kirin." Tekez kir jî, PDK bi ti awayî nakeve bin barê "bazarên gumanbar ên Hotel Reşîd" û wan rêkeftinên ku li dijî berjewendiyên bilind ên xelkê Kerkûkê ne. Şaxewan Ebdullah amaje bi wê kir, PDK her rêkeftineke li derveyî rewatî û îradeya dengderên Kerkûkê be, red dike.

Derbarê pêkhateyên Kerkûkê de, Serokê Fraksiyona PDKê ragihand: "PDK ne li dijî maf û daxwazên pêkhateya Turkmenan e, belkû piştgiriya mafê hemû pêkhateyan dike û di wê baweriyê de ye ku divê nûnerên bajêr bêyî cudahî xizmeta hemûyan bikin."

Duh Çarşemê 15ê Nîsana 2026an, bi hejmara m/232 belgeyeke bilez derbarê civîna encûmenê hatibû belav kirin û biryar e civîn îro Pêncşemê saet 12:00an birêve biçe. Li gorî rojeva civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Rêbiwar Teha Mistefa dest ji kar dikişîne û Mihemed Seman wekî parêzgarê nû dest bi kar dibe.

Li gorî dûvçûnên Kurdistan24ê, Bafil Talebanî li gel Helbûsî û Kildanî li hev kiriye ku posta parêzgarê Kerkûkê ji Rêbiwar Teha were standin û bête dayîn bi Mihemed Seman ê ku Serokê Bereya Turkmenî ya Iraqê ye. Seman dê heta heft mehan parêzgarê Kerkûkê be û piştî wê post dê ji kesekî Erebê Sunne re were dayîn; heta hilbijartinên pêş ên encûmena parêzgehan jî, posta parêzgariya Kerkûkê dê di destê Erebên Sunne de bimîne.

Li beramberî pêdana posta parêzgar bi Turkmen û Erebên Sunne, Bafil Talebanî daxwaza posta cîgirê parêzgar, fermandeyê polîsên Kerkûkê û qeymeqamên Dubiz û Daquqê kiriye.

Ev rêkeftin ji bo serkeftina namzedê YNKê di posta Serokkomariya Iraqê de hatiye kirin. Bafil Talebanî ev rêkeftin li gel Mihemed Helbûsî, Qeys Xezelî û Reyan Kildanî kiriye. Roja Şemiyê, 11ê vê mehê, di civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Iraqê, rêkeftin hate cîbicîkirin; her du endamên Turkmen ên Parlamentoya Iraqê dengê xwe dan Nizar Amêdî. Niha top ketiye qada Yekîtiyê û divê rêkeftina xwe ya ji bo radestkirina posta parêzgarê Kerkûkê cîbicî bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:59