Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest û got ku, Ebû Farûq jiyana xwe ji bo şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê terxan kir.

3 Cotmeh 2025 - 10:40
3 Cotmeh 2025 - 10:40
 0
Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Omer Elî Şêx re xwest û got ku, Ebû Farûq jiyana xwe ji bo şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê terxan kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve min nûçeya wexera dawiyê ya têkoşer û azadîxwazê Kurdistan û Iraqê û sekreterê yekê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Omer Elî Şêx, ku wekî Ebû Farûq navdar e, bihîst.

Ebû Farûq jiyana xwe ji bo şoreş û têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê terxan kir û hevsozê daxwazên rewa yên gelê Kurd bû.

Ez sersaxiyê ji hevjîna Ebû Farûq Xanim Pexşan Zengene, malbat, kesûkar û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî Ebû Farûq bi behişta berfireh şa bike sebir û hedarê bi hemî aliyan bide.

Îna lîlah weîna îleyhî racîûn

Mesûd Barzanî

2ê Cotmeha 2025ê

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:56:33