Tîma tenduristiyê rastî êrişê hat: 4 birîndar

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, çend kesan ji ber nîqaşa rêdayîna trafîkê êrişî tîma Tenduristiyê ya Acîlê kir û di encamê de 4 karmendên tenduristiyê birîndar bûn.

2 Tebax 2023 - 04:41
2 Tebax 2023 - 04:41
 0
Tîma tenduristiyê rastî êrişê hat: 4 birîndar

Piştî ku tîma Tenduristiyê ya Acîlê nexweşek bire Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê ji bo ku vegere cihê erka xwe da rê.

Li Xaçerêya Dîclekentê ya Taxa Talaytepeyê ya navçeya Kayapinarê di navbera ajokarekî û karmendên tenduristiyê yên di ambulansê de ji ber rênedayînê nîqaş derket.

Kesên di otomobîlê de pêşiya ambulansê girt û wan êrişî karmendên tenduristiyê kir.

Ji karmendên tenduristiyê Ş.O û M.E hatin kêrkirin, F.T û E.D jî hatin derbkirin.

Tîmeke din a tenduristiyê çû cihê bûyerê û karmendên tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê.

Xebatkarên tenduristiyê piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Polîsan ji bo girtina êrişkarên ku reviyan xebat da destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 673 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:22:24