Li Rojhilatanavin Çi Dibê? Kurd Jibo Ve Guhertinê Çi Dikin?
''Kurd, lihember hovê cihadist'ê DAİŞ'ê û ê wekwî tekoşînek morovatî dabûn. Niha îro, hewceyî û lazmatîya Amerîka û Avrûpî bi Kurda nema. ''

Vê pirsê gelek girînge. Pêşkêşê civaka, rewşwenbir û sîyasetmedarê Kurd, ev sîyaseta nû li ser rejhilatanavîn de ku tê meşandin tevgêr û paradigmakî nûye. ligora ditinamin gelek Kurd ne divê ferqêdane. Li rojhelatanavîn gelek tiştê nû bi sîyaset û dîlomasîyê bi veşarî tê meşandin. Niha em bandora van guhertina di jîyandinê de ferqdikin. jinûve dîzaynkirina rojhilata navîn bi vê guhertinê hat merhelekî. Kurd, lihember hovê cihadist'ê DAİŞ'ê û ê wekwî tekoşînek morovatî dabûn. Niha îro, hewceyî û lazmatîya Amerîka û Avrûpî bi Kurda nema. Dibe kû hinek kes li hember wê tespîtê derin. Dewletê Ereba ê sereke. Suudî û Qetar, serokê Amerîka Donald Trump Dawetê navçeya kurfezê kirin. Bi veşarî qedera Rojhilatanavîn û bi taybetî qedera Sûrî bi 3-4 trilyon dolar qelemê bazirganî û firotana çeka de Trump îkna kirin. Pilanêwan li hilweşandina rejima dîtatorîya Esad virde xwe amade kiribûn. Divê gengeşêde, bilez Colanî anîn hemberê Trump û wî pê dan qebûlkirin. Di guhêwîde; "Hûn û İsrail ji Hukûmata Sûrî çi daxwazbikin serok Şara wê şertêwe qebûlbike. Ricakîwî heye. Li ser Kurda bandorbikin bila Sûrî yek perçe bimîne û belanebe." Ev Daxwazî hat qebûlkirin. Nunerê Amerika ê Tirkîyê û nimînerê taybet ê Sûrî Tom Barrack, berê Jibo Kurdê Sûrî; "Ew şirîkêmeyê serekene" digot. Piştê hevdîtina Trump û Ereba û Colanî palan qelaft û got; "Em li Sûrî dewletek tek, arteşek tek û netewek tek dixwazin. Em mecbûr nînin ji Kurdare dewletek avabikin. Amerîka û Avrûpa bi veşarî dewleta Tirk jî İkna kirinû li goraxwe anîn ser rê. Erdoğan HAMAS'ê firok. Wek Mihemmed Nûrsî. Jibo HAMAS'ê "HAMAS, sazîyet rizgarîya gelê Filîstîn'êye" Niha ji imzekî fermî da û got "Pêwîste HAMAS dev ji çeka berde." Rewş, niha li hember Kurda dimeşe. Kurd hê jî heşêxwe nesendine serêxwe. Di ali sîyaset û diplomasîyê de gelek qelsin.
Dewleta Tirk, bi dilgirtina (êsîr) Ocalan lîstikek mezin li ser Kurda dimeşîne. Hinek kes, sazî û partîye bi navê "Kurdistanî" ku li hember PKK û Ocalan xwe didan naskirin, hê jî nexweşînê çepîtîya şerê cemidî dimeşînin. Wan çewtîtîya germdikin û didin ber Kurda. Dijîtî û li hembertîya Ocalan, biferasetek Kurdparêzî tevgîr nakin. Dijîtî û neyartîyawanê bi Ocala're hesûdiya taybetî û çavtengîya şexsîye. Ocalan bi navê "Perspektif" daxûyanîkî da. Goya bi felsefî û sosyolojik pêşeroja Kurda bi fikirî anî ziman. Tû kes li hember vê daxûyanîyê bi dîrokî, Felsefî û sosyoloji bersêv neda. Min hinek tişt nivîsî. 2-3 hezar kes xwendibûn. Pêwistbû van Partî û sazîya liservan çewtîtîya rexney xurt bînin ziman. Li alîdin, jibo tekoşîna netewa Kurd kesê ku serhilldanêde cîh sendibûn, Ocalan ji wan bêrûmet bike, liserwan mora judenrat'îyê danî. Kes li hember vî jî rastîyekî nanî ziman. Belê di dîroka Kurda de gelek judenrat'i qewîmîne. Lê ev kes bi zanîn û tevayî malbatê serokê serhildanênînin. Pirsgirek û astengîyê Kurda Yekîtîye. Hijmendîya netewa Kurda gelek qelse. Rewşa nu xafil hat. Kurdê Rojava û bi taybet Mazlûm Abdî jî bêhey girt. Şewra di nav dewleta Tirk û Ocalan, li alî din zixtê Amerika'yê ku bê statû û mafê Kurda di nav Hukûmat û artêşavan de bihelîne tê nîkaşkirin. Mumkûne ku Ocalan, Bi mazlûm Abdî're bi têşê anJî rû bi rû hevdîtinî çêbûbe. Kurd dive demêde, bi şexsî, civakî, siyasî û diplomatik Kuurdê Rojava biparêzin û li piştawan bisekinin. Kurd vê belabûnê bişopînin, Kurd wê hûndabikin. Bê dengîya, rêxistİn û partîye kû li derveyî PYD'ê ne gelo çima deng jîwan dernayê. Bandora QSD-PYD wan bêdengkir, anjî bandora Amerîkayê wan bêdengkir. Listikên mezin tên meşandin.
Son güncellenme: 20:29:31