Serû-Binhevbûna Rojhilata Navîn û Jibo Bêagahbûnû Belawelîya Kurda de Çend Dimên

''Kurd, pewîste weht hundanekin. Yekîtîya netewî bi bawerî xwurt bikin. ê 2 ya Divê coxrafya cehennemî de dostê heqîqî û dostê çewt ji hev biqetînin. Em dîsa dûbara bikin. Rewşa îro û konjonktora îro, hevkarê Kurda ê heqîqî İsrail'e. Kurd pêwiste, di daxuyanî û tevgirêxwe de neyartîya İsrail neke. Ev şer, qedera tevayiya insanîyetîye jî wê azlû bike. Ya hovîtî, tarîtî û koladari, anjî demokrasi, azadi û mirovatî. ''

19 Temmuz 2025 - 17:07
19 Temmuz 2025 - 17:09
 0
Serû-Binhevbûna Rojhilata Navîn û Jibo Bêagahbûnû Belawelîya Kurda de Çend Dimên

(Kürtçe bilmeyen okuyucular bağışlasın. Bundan böyle yazılarımı dedelerimizin-atalarımızın bizlere miras olarak bıraktıkları kadim dilimiz olan kürtçenin Kurmani lehçesiyle yazacağım. Yüz yıl önce, Kürtler için tıpkı Ermenilere yapıldığı gibi "Büyük felaket" i yaşattılar. Ermenilere yaşatılan bu fiziksel soykırım, Kürtlerde zamana yayılmış aynı zamanda irili ufaklı fiziksel soykırımlar yanında, çok daha tahripkar olan kültürel soykırımlarla karşılaştılar. Dönemin iki emperyal devletinin (Birleşik Krallık ve Fransa) kendi aralarında yapmış oldukları gizli anlaşmayla (Sykes-Picot) Osmanlı İmparatorluğunu yıkmaları, akabinde bu topraklar üzerinde yaşayan halkların ulus devletler ve mandacıklar şeklinde yeniden dizayn edilmesi, Kürtler için felaketin başlangıcıydı. Kürtler, binlerce yıl üzerinde yaşadıkları toprakları üzerinde yapay olarak kurdurulan dört vahşi devlet arasında bölüşüp paylaşıldı. Ulusal varlıkları inkar edilerek bu semalarda kadim Kürtçe dilinin yasaklanması, ağır baskılar, katliam ve soykırımlarla yok edilmeye çalışıldı. Atalarının kendilerine miras olarak bıraktığı bu dil ve kültüre sahip çıkmaları ve kendilerini borçlu hissederek ölü toprağı üzerlerinden atmaları gerekir. Ana dillerini hayatlarının bir parçası haline getirmeleri aynı zamanda onursal bir yükümlülük olmalıdır.)

SERÛ-BİNHEVBÛNA ROJHİLATA NAVÎN Û JİBO BÊAGAHBÛNÛ BELAWELÎYA KURDA DE ÇEND DİMÊN

Rojhilatanavîn cardin bi xwînê dikele. Sed sal berê, bi zordarîya dagerkerê dewletê Emperyal, pergala sîstema Sykes-Picot bi cî anîn. Ev pergal nêzî sed sal dewam kir. Dinav sala de ev pergal rizîya, îflaskir û pelişî. Divê zordestîya pergalê de zerara herî mezin Kurda dît. Welatêwan kirin çar perçe û nerazîbûna Kurda, bi qetlîamû komkujî hat fetisandin. Çend meh berê, dîktatorê hov ê Sûrîyê Bişar Eshed, welat terk kir û revîya Rusyayê. Bi alîkarî û teşvîqa Amerîkayê û welatê Awrûpayê, şaxek El-Nusra bi navê HTŞ li Şam'ê anîn ser paytext. Paşeroja pratîka HTŞ, di paralela DAîŞ'de tevgir dikir. İdeolojî û armancawan jihev pir cûda nîne. Bi hezaran sivîl, zarok û jina kuştin serêwan jêkirin û wan dilgirtin. Kurdê Ezîdî û civakê ku ne Mislimanbûn Jinêwan jixwere kirin carîye. Civaka Sûrî, ne civakek homojene. Cûda, cûda dîn, mezhep û netew hene. Aştî û yekîtîya civaka gelê Sûrî, bi cîhada İslamî a radîkal ne mumkûne bihewre bimeşin û bijîn. Me, di nivîsêxwede vê rewşê gelek nirxand û anîbû ziman. Colanî, anjî bi navê nû Ahmed Şara, di serîde "Jibo yekîtîya Sûrî, mafnaskirin û huqûqêde, dinav bawerî, mezhep û netewade cûdatî em nakin nava gel" got. Pêşerojêde ev biryar di pratîkêde vala derket. Çetayê cîhadistê xwûnxwar, ani ser mekamê girîg. Wan di arteşêde kir fermandar. Li rojavayê Sûrî, pêşî êrîşê Nusarîya kirin (Elewîyê Ereb) bi hezara zarok û jin û sivîla qetilkirin.

Kurdê Rojava, bi jin û mêr, jibo êrîşê hovê DAîŞ'ê bi qehremani tekoşîn dan û DAÎŞ' ji axa welatêxwe derxistin. Colanî, di bin bandora dewleta Tirk de, Navê dewletê wek nijadperest û dîktorê Eshed "Cumhûrîyeta Ereb li Sûrî" dan nişandan. Bi Tirkî ku dibêjin "Aynı tas aynı hamam" (Tiştek guhartî Tune; Tas jî eynîye, Hemamjî) Pêwistbû ku Kürd vîya qebûl nekîn. û Wûsajî bû. Kurd bi devekî nerazîbûnî aşkere kirin. Mixabin sed sale, Hendîqap û şaşitîya Kûrda ê mezîn di biryare netewî ê mezinde berdewame. Neyekbûnî û jihev belabunî. Rojavayê Kurdîstanêde sazî û partîye qewî dibin bandora ideolojîya totalîter a PKK de hatîbû afirandin. Partî û sazîyê Kurdê neteweperwer, demokratê Rojava, tadê û zixtê zordestîyê liserwan meşandin. Ev tişt nexweşinê Kurda ê dîrokîye. Piştê Colanî, tiştê ku Tirk di guhêwîde xwendibûn "Tek Netew, tek Dewlet, tek Artêş" tek û tek hat gotin heşêwan hêja hat serêwan. Daxwaz ewe, ku heşêwan hatibe serêwan. Bi texmînamin zixtê Amerîka û Fransî de 26 Nîsanê 2025 de kongra netewî li Qamişlo hat li darxistin. Jibo Kurda biryarek gelek girîg û bi rûmetbû. Ev biryar, reşîtîya dilê Kurda hinek sipî kir.

Hinek tişt hêji di tarîyêdaye. Berpirsîyarê taybet ê Amerike Thomas Barrak, bi lez QSD û berpirsîyarê PYD bi helîkoptera bir Şam'ê. Min gelek merak kir, di nav vê komîtêde Kurdê kû federasyon dixazin (ENKS û partîyêdin) gelo çıma di komîtêde cîh nesendin? Ew partî nexwestin? Anjî, Tom Barrak nexwest ew verin. Bersiva vê pirse gelek balkêşe. Rejima Şam'e şertê koletîyê û tehdîtê da berwan; "Ya hûne çekêxwe deynin û werin bibin leşger. Ê din, hûnê tû statûyek nexwazın. Hûn van şerta qebûl nekin emê bi leşgerî vê pirsgirêkê çareserbikin" QSD û PYD vî şertê koletî qebûl nekirin. Tevayiya Kurda pişgirîyawan kir û şertê Tom Barrak û Colanî protesto û şermezar kirin. Li gora dîtin û qenetame, ev ferzkirin bi şewrû teşvîka dewleta Tirk, Erebistanâ Suud û Amerika serokê HTŞ'ê Colanî divê rê de teşwik kirin. Loma, êrîşê li ser Suwêda yê kirin. Di êrîşêde, Çetayê cîhadîstê hov bi navê "Eşîrê Ereb"a dan nişandan. Hovîtî û zalimtîyet mezin li ser Dürzîya dan meşandin. Ev Hovîtî biserketa, ewê zixtû zilmê li ser Rojavayê bikarbanyana. İsrail ev hesabêwan vala derxist. Bi teyara serwanda bombe barand û çavê Colanî tirsand. Li Şam'ê navenda fermandarîya arteşê û qesra seroktayîyê bombekir.

Kurd, pewîste weht hundanekin. Yekîtîya netewî bi bawerî xwurt bikin. ê 2 ya Divê coxrafya cehennemî de dostê heqîqî û dostê çewt ji hev biqetînin. Em dîsa dûbara bikin. Rewşa îro û konjonktora îro, hevkarê Kurda ê heqîqî İsrail'e. Kurd pêwiste, di daxuyanî û tevgirêxwe de neyartîya İsrail neke. Ev şer, qedera tevayiya insanîyetîye jî wê azlû bike. Ya hovîtî, tarîtî û koladari, anjî demokrasi, azadi û mirovatî. hevaltîya Tirk, Ecem û Ereb hovit û tarîtiyê; hevkarîya İsrail, demokrasî û azadîyê wê bine.