Erdogan: Em derbarê pêvajoyê geşbîn in

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser Bakurê Kurdistanê û got, “Em derbarê pêvajoyê geşbîn in”

29 Tîrmeh 2025 - 11:36
29 Tîrmeh 2025 - 11:36
 0
Erdogan: Em derbarê pêvajoyê geşbîn in

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di 77 saliya xwe de deriyê gotûbêjê ji bo pêvajoya çareseriyê vekir.

Pêvajo her çi qasî ku bi hêdî dimeşe jî ya girîng ew e ku dewlet û neteweperestên Tirkiyeyê li xwedî derdikevin.

Erdogan jî bal kişand ser Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku ew li wir derbarê pêvajoyê geşbîniyeke mezin û hêviyê dibînin.

“Em bi can û dil kar dikin”

Serokkomarê Tirkiyeyê got, “Ji bo ku ew hêvî pûç nebe, em bi can û dil kar dikin.

Em girîngiyê didin wê yekê ku pêvajo bi şefafî û bi rêjeya herî bilind a beşdarbûnê bi rê ve biçe.

Di vê mijarê de me niyeta xwe ya baş bi rêyên cuda nîşan da."

Gotûbêj di navbera aliyên siyasî de didomin û hevdîtinên Îmraliyê jî roleke girîng di pêvajoyê de dilîzin.

“Birêz Ocalan derbarê çareseriya demokratîk xwedî hêvî ye”

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan, li ser hesabê xwe Xê got:

"Me bi birêz Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinek pêk anî.

Birêz Ocalan, derbarê aştî û çareseriya demokratîk xwedî hêvî û rijd e da ku pêvajo bi awayekî saxlem bi rê ve biçe.

Ew tekez dike ku beşdarbûna hemû aliyan di pêvajoyê de pêwîstiyeke sereke ye."

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan heman rojê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bû.

Alî Babacan piştgiriya partiya xwe ji bo serxistina pêvajoyê dubare kir.

“Pêvajo dikare bibe derfetek”

Alî Babacan got, “Eger bê şaşî bi rê ve biçe û ji derve astengiyên jê re neyên çêkirin, dikare bibe derfetek ji bo bidawîkirina pirsgirêka teror û tundiya ku yek ji pirsgirêkên kevn ên Tirkiyeyê ye.

Eger ji sedî 5 jî îhtîmala serkeftinê hebe em dê piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

CHP jî rasterast pêvajoyê red nake lê belê li ser awayê birêveçûnê rexneyên wê hene.

Partiya ku bi temamî li dijî pêvajoyê ye, ÎYÎ Partî ye ku 29 kursiyên wê li parlamentoya Tirkiyeyê hene.

Ji bo pêvajoya çareseriyê niha li parlamentoyê komîsyoneke taybet tê pêkanîn.

Komîsyon dê ji 51 endaman pêk were û Serokê Parlamentoyê ji partiyan xwestiye ku endamên xwe ji bo wê komîsyonê diyar bikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:55