HEZKURDê Ji Bo Rojavayê Kurdıstanê Alîkarî Komkır
Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê qeyrana leşkerî, siyasî û mirovî rû da, weke hemî kes,sazî,rêxistin û aliyan, Hereketa Zimanê Kurdî(HEZKURDê) jî li Bakurê Kurdistanê dest bi xebata alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kir. Bi banga HEZKURDê hemwelatiyên Kurd alîkariya madî dan Rojavayê Kurdistanê û alîkariya ku kom bû, bi pêşengiya rêvebir û endamên HEZKURDê, li Hewlêrê radestî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû.
Hat zanîn bi banga alîkariyê, di nava 5 rojan da nêzî 15 mîlyon dînarê Iraqê hat kom kirin û li Hewlêrê radestî serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Mûsa Ehmed kirin. Her wiha HEZKURDê spasiya xwe ya ji bo hemwelatiyên beşdarî alîkariyê bûn kir û piştigiriya xwe ya madî û manewî ji bo Rojavayê Kurdistanê anî zimên. Banga berdewama alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê dubare kir. Her wiha spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û serokê wê Mûsa Ehmed û hemî xebatkarên wê kirin ku, di rojê teng da dibin hêz û alîkarî ji Miletê Kurd
Di lijneya HEZKURDê da
Bêjerê Kurdistan24ê Cemal Batun,
Rêvebirên HEZKURDê Fethûllah Elçî, Mihemed Baqî Kurun, Bîlal Elçî û berpirsê HEZKURDê yê Hewlêrê Hêmîn Shwanî cih girt.
Nûvekirina herî dawî: 12:59:25