Ji Libnanê êrişî lêşkerên Îsraîlê kirin: Leşkerek hat kuştin

Ji başûrê Libnanê êrişî leşkerên Îsraîlê kirin, leşkerekî Îsraîlê hat kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.

21 Cotmeh 2023 - 05:12
21 Cotmeh 2023 - 05:12
 0
Ji Libnanê êrişî lêşkerên Îsraîlê kirin: Leşkerek hat kuştin

Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronotê ji başûrê Libnanê bi mûşekên antî tankan êrişî leşkerên Îsraîlê kirine.

Di encama êrişê de leşkerekî yedek ê Îsraîlê hatiye kuştin, 3 leşkerên yedek jî birîndar bûne.

Li aliyê din ajansa nûçeyan a Libnanê NNAyê jî diyar kir ku Hizbulahê êrişên xwe yên li dijî çeperên Îsraîlê yên li ser sînor didomîne.

Bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku di êrişên ji 8ê Çiriya Pêşîn ve li ser sînorê Libnanê hatin kuştin derket 3yan.

Li aliyê din di êrişan de 12 çekdarên Hizbulahê jî hatine kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 771 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:26:01