Keça Pêşmergeyekî di hikûmeta nû ya Almanyayê de dibe wezîr

Keça Pêşmergeyekî, Reem al-Abali Radovan di hikûmeta nû ya Almanya de wek Wezîra Geşepêdanê hat tayînkirin.

6 Gulan 2025 - 11:46
6 Gulan 2025 - 11:46
 0  281
Keça Pêşmergeyekî di hikûmeta nû ya Almanyayê de dibe wezîr

Reem al-Abali ji medyaya Almanî re got, ew bi eslê xwe Xiristiyanê Iraqê ye û bavê wê di salên 1980an de di nav refên Pêşmerge de li dijî rejîma Sedam Husên şer kiriye.

Reem sala 1990î li Moskoyê jidayik bûye, siyasetmedareke Alman û endama Partiya Sosyal Demokrat e. Dê û bavê wê di sala 1996an de wek penaber koçî Almanyayê kiribûn.

Ew siyasetmedareke navdar a Sosyal Demokrat e ku berê wekî endama parlementoyê û wezîra dewletê kar kiriye û di hikûmeta nû ya wî welatî de wekî Wezîra Geşepêdanê hatiye destnîşankirin.

Medyaya Almanî bal kişand ser destnîşankirina Reem al-Abali wek wezîr û nivîsand: “Ji penaberiyê bo wezîriyê ve”.