Li Xoyê qeza: 4 kes mirin
Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin.
2 Mijdar 2024 - 07:10
2 Mijdar 2024 - 07:10
0
389
Midûrê Saziya Parastina Sivîlan a Xoyê Secad Husênlû ragihand ku qezayê li ser rêya Xoy û gundê Seyîd Tacedînê rû daye.
Secad Husênlû diyar kir ku agir girtiye her du otomobîlan û 4 kesên li wan siwar mirine.
Li gorî agahiyên ku Husênlû dane, li ser sedema qezayê lêkolînê dest pê kiriye.