Mesrûr Barzanî: Divê nifşên me bizanibin ku destkeftiyên me yên niha ne bi hêsanî hatine bidestxistin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 38emîn salvegera karesata Enfalê de peyamek weşand û ragihand, ev jenosîd yek ji hovtirîn operasyonên qirkirina nijadî bû ku li dijî gelê Kurdistanê hat kitin.

14 Avrêl 2026 - 10:05
14 Avrêl 2026 - 10:05
 0
Mesrûr Barzanî: Divê nifşên me bizanibin ku destkeftiyên me yên niha ne bi hêsanî hatine bidestxistin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Nîsanê bi boneya salvegera operasyonên qirkirinê yên "Enfalê" peyamek belav kir û tê de destnîşan kir, ev karesat bû sedema şehîdbûn û windabûna bi hezaran mirovên bêgunah û xapûrkirina bi hezaran gundên Kurdistanê.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Operasyonên bednav ên Enfalê, yek ji hovtirîn pêngavên qirkirina nijadî û jenosîdê bûn ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatin kirin. Ev karesat bû sedema windabûn û şehîdkirina bi hezaran xelkê bêgunah ê Kurdistanê û wêrankirina bi hezaran gundên me.

Pêwîst e ev jenosîd û komkujiyên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra me de bimînin. Divê nifşên me bizanibin ku destkeftiyên me yên niha ne bi hêsanî hatine bidestxistin û kesî wek xêr nedaye me; belkû ev destkeftî berhema xebat û xwîna bi hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne.

Di vê salvegerê de, em careke din tekez dikin ku divê hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe ya exlaqî û destûrî bicih bîne û bi awayekî şayeste malbat û kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê qerebû bike.

Di 38emîn salvegera Enfalê de, silav li giyanê pak ê qurbaniyên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê be."

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:14:26