Netanyahu bi jehrê ket

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber xwarineke xerabûyî bi jehrê ket.

21 Tîrmeh 2025 - 10:52
21 Tîrmeh 2025 - 10:52
 0
Netanyahu bi jehrê ket

Hat ragihandin ku Netanyahuyê 75 salî ku bi şev nexweş ketibû, ji ber ragirtina roviyan (îltihaba roviyan) li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Bijîşkên wî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Netanyahu baş e lê ew dê sê rojan bêhna xwe vede.

Beşdarî civîna kabîneyê nebû

Ofîsa Serokwezîriyê daxuyaniyek da û ragihand ku Netanyahu ji ber xwarina xerabûyî roviyên wî ra girtine û şeva borî nexweş ketiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser fermana bijîşkan, ew dê 3 rojan li malê bêhna xwe vede.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber kêmbûna avê ya di laşê wî de, bi rêya demarê dermanên şil didinê.

Piştî ku nexweşketina Serokwezîr Netanyahu hat zanîn, Wezîrê Ewlehiya Niştimanî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

"Pêdiviya gelê Îsraîlê, welat û ewlehiyê bi te heye da ku em hemû karên baş ên ku em bi hev re dikin, li her eniyê bi wêrekî û biryardarî bidomînin."

2023yan pîl li dilê Netanyahu dabûn û Kanûna Pêşîn a borî jî piştî enfeksiyona rêyên mîzê ketibû, prostata wî hatibû jêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:23:10