Plasschaert : Meha pîroz a Remezanê ji bo misilmanan meha aştî û xwedêperestiyê ye

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert bi boneya hatina meha Remezanê li pîrozbahî li misilmanên Iraqê kir.

23 Adar 2023 - 06:38
23 Adar 2023 - 06:38
 0
Plasschaert : Meha pîroz a Remezanê ji bo misilmanan meha aştî û xwedêperestiyê ye

Jeanine Plasschaert li ser Twitterê nivîsî: “Meha pîroz a Remezanê meha aştî û xwedêperestiyê ye ji bo misilmanên cîhanê.”

Amaje bi wê jî kir, “Di vê mehê de, malbat û heval têne ba hev ji bo nirxên xwe yên hevpar ên lêborîn qenciyê xurt bikin.”

Jeanine Plasschaert dibêje: “Malbata Netewên Yekgirtî li Iraqê bi boneya hatina vê meha pîroz, germtirîn pîrozbahî li hemû misilmanên Iraqî dike.”