Sal 1890 û wek îro. 128 sal derbas bû. Tim serhildan û hawar û fîgan berdewam bû û berdewame,li Bakur. Dema ku em ev 128 salê ku derbas bûne zerar ,zîyan û Kurdê jîyane xwe ji dest dane,hesab bibê, wê ava çemê rawistê. Lê tiştê bâlkêş ewe ku ji Kurdê Bakur çend şexis û bi taybetî Sîyasetmedar ji vê rewşa ku derbas bûye derseke dîrokî û hesab û mûhasebeke hêja jê derxistîye û jibon xwe kirîye rêber serpêkhatî?Ez bawerim 5-10 mirov (şexis) dernakevin...Di şerê súnî û şîa de 15000 ciwanê Kurd qetil bûn. Lê dîse sîyaseta Bakur ne hat ser xeta Netewperwer.
Piştî 78'sale ciwan hişyar bûn û di demeke nêzîkde bi şepîtîyê hatin xapandin û ev xapandin hên jî berdewame...Ji xeta netew şemitîn û bi çepa re bûne yek û ketin bin şemsiye xelkê de û ketin hilbijartinê. Dema herî bi şewq û şemal çaxê N.Y,Ş.E.bûne wekîl û ew dem jî çend sale berdewam kir,lê tu bêhengîyeke esasî ne danî.
Ji 1890 û piştî 85 sale di pênç(5) salede Kurdê Bakur bûne 37 parçe û şerê hevdû kirin û hênjî dikin.Ev sed salê ku derbas bûn bi seda Komar ava bûn, bi mîlyon û mîlyare Gelê bindest Azad bûn, lê Kurdê Bakur fêrî sîyaseta Netewperwer nebûn.
Dema depresyon di sîyasetê de dest pê bû û berbi qaosê ve çû leşker dest bi derba leşkerî kir tevde mane dibin pîyede.
Xeta reş a nav Dewletî projê wê amede bûn di du û nîv sale de xweş wezinand û xiste jîyanê .1978-9;1984 bi taybetî ev çil (40)sale ku şerekî bê sînor berdewam dibê, 10 hezar gûnd, bi sed hezare Kurd, bi mîlyone malbat bi bîst hezare şexis, bi deh bêhtir bajar xerabûn, qetil bûn, winda bûn, penaberbûn.
Hinek dilxwaz û xêrxwaz gotin ev bese û halo nabê. Ev çend şexis gotin sîyaseta fermî û eşkere farze û pêwiste jibon Bakur, Gel û çateserîye pisgirêkê Bakur û Kurd re. ..Ev şexis pêwendî danîn û bîryareke Dîrokî sitandin. Gotin em serî li wezaretê dikin û PDK-T 'ye fermî didine demezerandin. ....!
2014 Nîsanê ev xeyal zindî bû û PDK-T ye fermî hate demezerandin û li himberî medya û raye giştî xwe heşkere kir û dest bi xebate xwe kir. Di demeke kurt de medya cîhanê anî ser ziman ku di Dîroke Tirkye de yekeme ku bi navê Kurdistan PDK-T qabûl bû û hate demezerandin.PDK-T dest bi xebatê kir û di demeke kurtde bi deha leqê xwe li Şernex,Amed,Sêrt,Mêrdîn û li navçeye vekir û bi coşeke mezin û bi hêz. 27/05/2016 de qoqteyleke dîrokî pêk anî û bi coşeke mezin pîrozbahîye yêkîtîyê serkeftinî bû. Di wê demê de Sîyaset di çend xetê xerab de dest pê bû û hicûm hatin ser PDK-T 'ye de. Qomplo liser qomplo pêk hatin,xendek,komik,grup, hicûm bi hevre dest pên bûn. Lê PDK-T ye ji prensîbê Netewperwer rû neda .Dema ev astengîyê bi qirêj mîne sede Çînê derketin himberî PDK-T 'ye û qrîz liser her warî û aborîyê xûrt bûn, gelek şexis dest bi lîstikne dîtir kirin û hinek şexis pişta xwe dane PDK-T 'ye û ligor xwe mahne derxistin...
Sîyaseta xendeke gelek zerar û zîyan dayî Gel,welat,sîyasete netew û PDK-T 'ye. Hilbijartin ketin rojevê, me ku bloqeke Kûrdîstanî û netew pêk werê û bêşdarî hilbijartinê bibê, wextekî kinde gotin gelek başe, lê dema ji jor zirt û zext pêk hatin kesek di cîyê xwede sene û helwesteke pîroz û Kurdewar neda nîşandan û PDK-T, ye ji ser xeta netew rû neda û bîryareke nû pêk anî ku em dengê xwe nadin tu mile, jibon ku bêjewendîyê Gelê me di tu alîde tûnene. Hilbijartin xilas bû û dem hat sema hilbijartine Heremî, dîse dest bi qeb qebê kirin û tifaq û mifaq kete rojevê. PDK-T, ye ku derîyê me her tim jibon pêwrndîye vekirîye. Têkilî dest pê bûn, dîse Dîrok du bare bû, tifaq pêk nehat.
Dîrokê dîse dayî fahm kirin ku Partî, rêxistin,platform,kom û komel,sîyasetmedarê Bakur û Kurdê Bakur fêrî sîyasetê netew ne bûne û pêk nayînin. ...!
Wî çaxî bê şik û guman divabê PDK-T, ye zû û ne dereng sedê di pêşîye xwede rakê û ji pisgirêke re çareserîyê bînê ú di her bajarê mezin û navçeya de namzetê xwe bi xweserî aşkere bikê û bêşdarî hilbijartine Heremî a mixtar û şaradarî a 2019 Adarê bibê, eger PDK-T ye di vê xalê de serbikevê wê rûpelekî spî bi herfê zêrîn di deftera Dîrokê de bidê nîvisandin û vebikê. .....
Eger ev xeyal pêk newê, xêr ji Xwadayê mezin û dilovan. ...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.