Li Bakur,Çime Xeta Netew Biser Nakevê?

PDK 1946 de hate demezerandin û dibin serokâtîye bavê netew de. Wext hate li çar dorê Cîhan deng da û di nav Gelê Kurde bûyî merqe û sembole netewî û Azadîyê.

Sileman Çaqir

09.02.2019, Cts | 19:55

Li Bakur,Çime Xeta Netew Biser Nakevê?
Nêrîn Belav bike

PDK 1946 de hate demezerandin û dibin serokâtîye bavê netew de. Wext hate li çar dorê Cîhan deng da û di nav Gelê Kurde bûyî merqe û sembole netewî û Azadîyê.

Dem hat li pênç parçê welat hate avakirin û xebat berdewam bû. Bi hezare şehîd dan û gelek serok û rêberê wê şehîd bûn. Lê agirê azadîyê tim geş bu û ne hate tefand in. Enfal ,Halepça û wek mîne va qatlîamê bê sînor pêk hatin û hêza Azadîye Gelê Kûrd dibin rêbaztîye serok Mistefa BARZAN de berdewam bû û îro Başur mîne qible welat liser pîyeye. .

Li Rojhelat tim bi deng û bi hêz berxwedan berdewame. Li ojava her tim pisgirêk mezin bûn û heta ku Gel penaberbu û Rojava îro bûye meydana şerê nav Dewletî û hêzê bâlkêş. Li Kurdistane sor hinek bê dengî û hinek kûltir û çandî du deng pêk bûne.

Li Bakur di her warîde gelek bûn û mezin bûn heye ,lê xeta netew tim bi alozî û seqet jîyanekê didê meşandin.Heta 2004 de wek PDK-B binerdkî di xebitî lê ne şîş hate şewitandin û ne kebab birişt. Dû serok qetil bûn lê bi raye giştî û Gêlê Kûrdîstan re nehate fahm kirin û tim pisgirêk nîqaş bûn û her tim grubu û parçe bûn zêde bû. Tim devjenkî û bêjewendperestî ji nav PDK-B kêm ne bu û ser va fesadî ye gelek şexsê Kurd qetil bûn û pdk li Bakur xwîn winda kir.Berî 1980 tim gazin û parçe bûn pêk hat û PDK-B gel dibin himbêze xwede nebir bi pêşde û liser şoreşê nebû xwedîyê stratêjîke netew.

Dem hat leşker derba leşkerî pêk anî û endamê PDK-B wek her Kurdê penaber çûne dervî welat.Li dervî welat pêwendî hatin danîn lê PDK -B li Bakur şoreş pêk ne anî û dîse bi hindik bûn xwe tadmîn kir...

Li Bakur şerekî bê sînor dest pê bû war wêran tî pêk hat û deng ji PDK-B bi xurtbun derneket.Liser vê rewşa wêran warî gelo gûnehkâr kîye û kîne nehate pirsîn, heger hatibê pirsîn jî mîne ku mirov liber dîware devjenkî yê bikê tu tesîr nekir û Gelê Bakur tim bedel da heta ku proje xendeke hate rojevê.

Hinek Kurdê netew dilxwaz gotin halo nabê û divabê çareserî pêk werê jibon Bakur û Gelê Kûrd re.Berbiferehî li Bakur pêwendî pêk hatin û çareserî bi PDK-T 'ye ku fermî bê demezerandin.Texrîben 40 Kurdê dilxwaz hatin cem hevdú û bîryareke nû û Dîrokî dan.

Xwe amede kirin û serî li wezareta T.C.dan û 2014' de PDK-T 'ye hate demezerandin.Gelek Kurd neketim vê meşê û ligor xwe hinek pisgirêkê xwe dîyar kirin û bê deng man.

Piştî ku PDK-T 'ye 2014 de hate demezerandin wek partîke fermî li Amed mizgînî û nasane xwe bi raye giştî û Kûrd û cìhan re dayî heşkere kirin û parve kir. Medya ku di Dîroke T.C'de partîke bi navê Kurdîstanî li Tirkîye bi fermî hate demezerandin û xwe dayî nasane.

Ev deng gelek tesîr li ser Gelê Kûrd û Cîhan kir û jibon Tirkîye jî tiştekî bi kâr bu ku di warê maf û Demoqrasîyê de çareserî hene..

PDK-T 'ye dest bi xebat û vekirîne leqê xwe kir û bi coşeke mezin deng dida.Li Amed û çend navçe,li Enqerê wek navnîşan û ofîs ,li Mêrdîn wek bajarê mezin leq,li Êlîh,li Sêrtê, li Şernex û bi coşeke mezin teşkilat û leqê xwe ava kir û bi raye giştî re parve kir. Bankire her Kurdê netew û Kûrdîstanî ye ku werin PDK-T'YE a Gel û welatîye ye derîyê partîyê jibon herkesê Netewperwer re vekirîye.

Di vê dema germ û hesas 27/005/2016 de li Amed qoqteyleke pîroz pêk anî û ji Başur heta Ewropa Kurd bi gelek renge bêşdarî qoqteylê bûn.

Dema PDK-T'YE Gavê Dîrokî avêtin û xwîn zêde kir û Gel himbêz kir gelek şexis dest bi komik û grup,platform û wek komel kirin û derketin holê, hate fahm kirin ku wek hercar dîse liser PDK-T'YE qomplo dest pê bûn şik û guman wek mîne qomployê berê ku qetil bûn pêk bê analîz ji zûde bûbû.

Piştî proje xendeke pêk hat mîne ku mirov kurmek nok li kevirekî sitep bixê ji hevdû belav bûn û Windabûn ji xeynî çend endamê PDK-T 'ye.

Ji bê çareserîtî (ABORİ)gelek teşkilatê PDK-T'YE hatin girtin.Dem hat hilbijartin ketin rojevê. PDK-T'YE Xwest ku liser hilbijartine tifaqeke netew pêk bînê ú hinek gav hatin avêtin lê dema qandîl peyam belav kir ev tifaqe ku liser hilbijartine wezîrtî yê hilweşe.

Di wextekî kurtde hilbijartine Heremî kete rojevê û ev jibon PDK-T'YE gelek mûhîm bû. Dîse pêwendî hatin danîn û gav hatin avêtin lê qaşo partîyê ku dibêjin em netewperwerin ev bar ne rahirtin û ligor xwe bîryarin sitandin.Ma ku PDK-T'ye û HDP liser hilbijartine Heremî tifaqekê pêk bînin.PDK-T'YE dinav organê xwede ev nîqaş kir û wek Meclîs bîryar hate sitandin ku tifaqe bi HDP re berdewam bibê liser pêwendîyê û projê hilbijartinê.

Dema ku gav hatim avêtin depresyon dest pê bû û dinav organê PDK-T'YE de pisgirêk û alozî dest pê bûn û hên jî berdewame. Ev rojê di nêzde hinek nivîs hatin belav kirin û hicûm liser hinek endam û şexsî yê berpirsîyarê PDK 'ye pêk hatin û berdewame.

Ev tiştekî gelek ne xweşe û qompwarîye. Ev nexweşîye Kevin û berdewame qomployê liser PDK-T'YE ne. Ev gav ji xeynî ku zerar û zîyanê bidin Kurdê Netewperwer û bidê PDK-T'YE. Ev gav zerareke mezin didê xebate netew bi taybetî didê Gelê Bakur û Kurd perwer. Ev ne tiştekî raste û ehlaqî ye û li gelek millî liser PDK-T'YE qomploye. Ev qomplo limkekî wê di destê xeta reş a navdewletîye.

Banga min jibon her Kurd perwer û endam û organê PDK-T 'ye re .Hiqûqê partî yê liser her Hiquq û mafê şexis rêye. Bere herkes hişê xwe bênê serê xwe û ji destur û hiqûqê PDK-T'YE re hûrmet bigrê û jêre xwedî derkevê ku heta qongre mezin werê û wê demê de bere her şexis mafê xwe û da xwazîyê xwe di meydane qongre de bêjê û bênê ser ziman....

SİLAV Û RÊZ. ..

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:14:14

Sileman Çaqir

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Jı Dema Nû, Dılê Hêvîdar (1) Xeyal û 2020.. Ev Pisgirêkê Tevlî Hevdû, Banga Herba Cîhanî A Sêyeme (3)Gelo?. Armanca Plânê Bê Dengî Çîye? Dewran Hat, Dem Nûye.... Wê Dengê, Bakûr, Başûr, Rojhelat, Rojava Bibê Yek; Kurd Bibin Azad.. Lîstike Nav Dewletî û Sê Meymun Liser Bingehê Tarî Rewşeke Nûye Yek Rexne Û Yek Gazın Jıbon Dervî Welat (1) Li Rojhelata Navîn, Lîstike Haftikê Jı Vê Deme Nû Re, Projê Nû Dıvın Hereme Azad û Role Kurd Rojev û Pèşeroj Ji Kurde Çi Dixwazê? Şeş Komarê Nû û Yek Sîstem (2) Şeş Komarê Nû û Yek Sîstem Harbe Cîhan'ê A Sêyem'e; An Jî Aşîtiye Dîrokîye? Çi Dibê û Kî Zanê Tiştê Li Rojhelate Navîn de Sîyasetmedarê Ku Doza Xwe Nasnekê, Tim Şaşe. ..! Divabê Doza Kurd Liser Her Bêjewendîye Bê Rewşeke Nû, Divabê Werê Pêşeroj û Kurd û Kurdıstan Rojhelata Navîn û Dewrane Nû Nisêbîn'e Wêran û Şaredarê Nu Hatî (1) Peyame Hılbıjartınê, Fêreke Dîrokîye, Ên Ku Fahm Bıkê....! Eve Partî, PDK-T'ye! Min dît û nabêjim! Li Bakur Gundirê Vala û Qomploye Liser PDK-T'ye Partîye Fermî û Xebate Netewperwer Çîye? Li Rojhelate Navîn, Mifte Yek'e, Derî Sed'e Şerekî Nû û Jîyaneke Li Ber Derîye Hilbijartine Heremî (2019)Û Tifaqe Li Bakur, Çime.? Rewşeke Nû û Rojhelate Navîneke Nû Li Rojava Şer;Li Bakur Hilbijartin û Kurd Çi dikin? Dema Îro Dibê Şer Na;Bere Aşitî Bê. Bakur, Heta Kengî Wê Fêrî Sîyaseta Netew Bibê? Ziman û Însan Kî Kîye, Kî Çıdıkê û Gelê Kurd Hilbijartine Heremî de,Zerik û Hemam Divabê Bê Gûhertin War Ew Warê, Lê Bihar Ne Ew Bihare Komarê Rojhilata Navîn û Kurdistan Çime Hewler û Çime şerê nû? Çar Dorê Cîhan'ê û Li Çar parçê Kurdistan' ê Wê Çi Bibê Hilbijartin li Tirkye xilas, lê pisgirêk ne xilas Di Hilbijartine Tirkye û Bakûr de Kî Tê û Kî Diçê Di hilbijartine Tirkye de Kârê Kurd'a Çîye? Em bi kû der de diçin, Rojhilata Navîn û Tirkîye bi kû der de diçin? Bındestîye Bı Hezar Sale Li Tirkîyê Rewş, li Bakûr sîyaseta tevlî hevudu Divabê geya ser bêhengîyê xwe şîn werê Gavê jibona bêjewendîyê şexsî, wê doza netew zayîf bike Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat, Kurdistanê Sor û Yek Rêbaz Rewşa Cîhanê û Gelê Kurd Gavê Jıbon Bêjewendîyê Şexsî, Wê Doza Netew Zayîf Bıkê Tu li kuştinê nahtor digerê, an jî xwarina têr? - 7 Xwe Nas Bik, Xetê Serast Bik Li Bakur di sîyasetê de depresyon - 5 Zor Zanê, Aqil Zanê? Bakur, Yek Bloq û Hilbijartin An Serxwebûn an jî Bindestî Doz û Hilbijartin - 1
x