Ev lîstik heye hezar sal ku li Mezra Botan tê lîzandin u berdewame. Lê gelek lîstikvanê wê pirseke halo na pirsin. Çime ev lîstik pênç (5)kevir u heft (7)lîstik'in?
Di gave Dîrokê a yekemde Gelê Kurd liser vê axê Jiyan dikê u tiştek nema ku nehat serê Kurd. Ji xeynî 128 serhildan u ferman rojane fermane, lê kesek nabê ev çi lîstike mîne heftikêye.
Ji 1946 û wek îro Barzanî şer dikin û bi hezare Şehîd dane. Çime her Kurd u cîhan liser vê dîroke mîne lîkolînekê nakê? Saddam fermane ku mîne wê li ser rûkê cîhanê túneye pêk anî, lê cîhan ew dayî xilaskirin û liser mafê Gelê Kurd tu sîstem ava nekir, gelo ev lîstike heftikêye?
îro li welatê Kurde jîyan tar u mare, welat pênç parçeye, ziman di xetereke mezin de ye. Rojava Kurd li cîhan belav bûn, li Rojhelat her roj bi darve dibin, li Bakur mîne kewê ku di rekehê de ne. Li Başur xîyaneta bê mîne di wextê Refarandomê de pêk hat, ev ku ne lîstike mîne heftokê bê, çîye gelo?
Biser vê aqîbeta xerabde Kurd di nav xwede parçene û ev jî li hesabê xeta reş a navdewletî tê. Lê çime dostê Kurde nabêjin ev ne raste u werin bibin yek xet dibin rêbaze netewde? Tê fahm kirin ku dostê Kurde an xape didine xwe, an jî Kurd bê dostin. Êdì tê fahm kirin ku ev lîstike heftokêye. Eger ne wisa bê Pêşmergê Roj çime derbasî Rojava nakin. Çime cîhan tevde helwestê li himberî Neofaşîste Îran na dê nê? Çime Rusya xape didê xwe? Çime Çin deng dernaxê? Çime Komarê Erebe nabêjin ev zilme ku li Gelê Kurd dibê bê wîjdantî u bê edaletîye?
Divabê Kurd vê rewşê nûjen tefekûr bibin û zû ne dereng werin cem hevdû u di xeta netewde wek stratêjîk projeke nû amede bikin u banbikin cîhan ser biser, bêjin mafê me Xwadayî û rewaye, em vê zilmê qabûl nakin, bese. ..!
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.