Rojev û Pèşeroj Ji Kurde Çi Dixwazê?

Rojev tim li ser şer û înkare Kurd di meşê. Başur, Bakur, Rojava, Rojhelat û li her qozîyê Cîhan Kurd dibin zilm û zordarîyê dene.

Sileman Çaqir

14.08.2019, Çar | 21:18

Rojev û Pèşeroj Ji Kurde Çi Dixwazê?
Nêrîn Belav bike

Em dîse li Dîrokê meyzekin. Di pênç hezar salê(500) ku derbas bûyî aqîbetê herî mezin hatine serê Gelê Kurd. Dîse wek îro hêz û partîyê Kurde xwe rexne nakin û va aqîbetê xerab wek ku nebûne bi kûrayî ser tefekûr nabin û derseke dîrokî jê dernaxin, gelo çime?

Enfal û qatlîamê ku liser Kurde pêk hatine, bê mînene û di her warîde parçe bûne û wek ku ne aşîkare, hinek hêz û partîyê Kurde bi tiştê xeyalî meşkûl dibin û gelek gotinê ku bi cîh nakin tim tenin ser ziman. Gelo çime partîyê Kurd hinek jê mafê Kurd ên rewa naparêzin, ev xweş nayê fahm kirin û li zora mirov tê. Gelek mîne hene, hewce nîne mirov dîse bêjê. Eger Tu partî û hêzeke Kurdî çime tu netew bûn û mafê rewa naparêzê û ên ku di parêzin tu wa dikê hedef û liwa guhdar nakê û heqaret dikê?

Rojev tim li ser şer û înkare Kurd di meşê. Başur, Bakur, Rojava, Rojhelat û li her qozîyê Cîhan Kurd dibin zilm û zordarîyê dene. Bi mîlyone penaber bûn bi sedhezare qetil bún û hên jî bi darvedibin jibon ku Kurde. Rojev jibon Kurde çareserîne didê lê çime Kurd xweş naxwênin û jê menfeat nakin?Wek yek deng, weke yek rêbaz, weke yek serok Kurd projê xwe amede nakin? Ev tiştekî bàlkêşe. Ji şoreşa çîn bigrin heta bi şoreşa Vietnam jibon mafê Gel gelek pêwendî pêk hatine, şoreşa Gûlanê li Cîhan mîneye û rûmete Gelê Kurde, çime hinek hêz û partîyê li Kurdistan yek gotinê ser nabêjin û na nivîsin?

Liser Pêşerojê Ewropa, Emrîkà, gelek Komarê Cîhan xwedî projene, lê Kurd çi projê wa hene gelo? Heta 2023 de wê gelek bîryar îflas bikin û gelek tişt wê bêne guhertin, li ser va herdû xale çî Kurde heye.?1945 û pêde PDK xebat dest pê kir û berdewam bû, li Bakur Kurd parçe parçe û şerê hevdû kirin, çî bi ser xistin?Îro Du xet, Du quwet, Du fikir, Du proje hene, yek an xeta reşî navdewletîye, an dîtir dibin serokatîye Emrîke, Ewropa, parîs û Londra de ye. Liser va herdû xeta Kurd xwedî çi projene û di warê dîplomasîde giranîye Kurde çîye? Eger îro Başur ne di vê merhela zîndî de bane, li Cîhan kesî li Kurde guhdar ne dikir. Bere partî û hêz û Kurd vê xweş zanibin û fahm bikin. Dîse bi ser vê keda pîroz de heqaretê herî mezin li Başur û serokatîye netew dibê ji âlîyên hinek hêz û şexsê Kurde, de bese loooo!

Îro herbek heye meydan Rojhelate navîn û Kurdistane, nêzîkde hinek hêzê terorrîst mîne IŞİD û DAIŞ wê derkevin meydanê û Kurde bikin hedef. Ev şolê xeta reş a nav Dewletîye, bere Kurd vêne xweş zanibin. Gelo Kurd li himberê vêne xwedî çi projene? Derdikevê dibê ez xwedî gotin û hêzim û dibê Kurd Komar naxwazin, ma tu çawa ser navê şêst mîlyon Kurd vê gotinê dibêjê û kê ev yêtkî daye te? Mirov kârê lîkolîneke halo bikê, Gel û welatê bindest ên ku jibon Gel û welatê xwe Komar naxwazê çend Millet hene? Ev ne mîne lîstike sê meymûnaye û ne lîstike rovî û hirçêye ev lîstike xeta reşî a nav Dewletîye û ku Gelê Kurd (500)pênç sed salî dîtir bindest bi hêlê û nav tucarî nabê. Zû û ne dereng hêz û partîyê Kurd û ên li Kurdistan wê gûneh û şaşîtîyê xwe têxin turekî û wê bavêjin derya reş û xwe li dore serokatîye serok Mesûd Mistefa Barzanî bidin hevdû û liser projê stratêjîk, jibon mafê Gelê Kurd ên rewa wê xebat bikin. Eger ev pêk newê, ev herb wê berbifireh bibê û berdewam bibê û xeta reş a nav Dewletî wê biser bi kevê û Kurd û cîranê Kurde heta pênç sed salî dîtir wê bindest bibin. .....!

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
2382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:27:13

Sileman Çaqir

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Jı Dema Nû, Dılê Hêvîdar (1) Xeyal û 2020.. Ev Pisgirêkê Tevlî Hevdû, Banga Herba Cîhanî A Sêyeme (3)Gelo?. Armanca Plânê Bê Dengî Çîye? Dewran Hat, Dem Nûye.... Wê Dengê, Bakûr, Başûr, Rojhelat, Rojava Bibê Yek; Kurd Bibin Azad.. Lîstike Nav Dewletî û Sê Meymun Liser Bingehê Tarî Rewşeke Nûye Yek Rexne Û Yek Gazın Jıbon Dervî Welat (1) Li Rojhelata Navîn, Lîstike Haftikê Jı Vê Deme Nû Re, Projê Nû Dıvın Hereme Azad û Role Kurd Şeş Komarê Nû û Yek Sîstem (2) Şeş Komarê Nû û Yek Sîstem Harbe Cîhan'ê A Sêyem'e; An Jî Aşîtiye Dîrokîye? Çi Dibê û Kî Zanê Tiştê Li Rojhelate Navîn de Sîyasetmedarê Ku Doza Xwe Nasnekê, Tim Şaşe. ..! Divabê Doza Kurd Liser Her Bêjewendîye Bê Rewşeke Nû, Divabê Werê Pêşeroj û Kurd û Kurdıstan Rojhelata Navîn û Dewrane Nû Nisêbîn'e Wêran û Şaredarê Nu Hatî (1) Peyame Hılbıjartınê, Fêreke Dîrokîye, Ên Ku Fahm Bıkê....! Eve Partî, PDK-T'ye! Min dît û nabêjim! Li Bakur Gundirê Vala û Qomploye Liser PDK-T'ye Partîye Fermî û Xebate Netewperwer Çîye? Li Bakur,Çime Xeta Netew Biser Nakevê? Li Rojhelate Navîn, Mifte Yek'e, Derî Sed'e Şerekî Nû û Jîyaneke Li Ber Derîye Hilbijartine Heremî (2019)Û Tifaqe Li Bakur, Çime.? Rewşeke Nû û Rojhelate Navîneke Nû Li Rojava Şer;Li Bakur Hilbijartin û Kurd Çi dikin? Dema Îro Dibê Şer Na;Bere Aşitî Bê. Bakur, Heta Kengî Wê Fêrî Sîyaseta Netew Bibê? Ziman û Însan Kî Kîye, Kî Çıdıkê û Gelê Kurd Hilbijartine Heremî de,Zerik û Hemam Divabê Bê Gûhertin War Ew Warê, Lê Bihar Ne Ew Bihare Komarê Rojhilata Navîn û Kurdistan Çime Hewler û Çime şerê nû? Çar Dorê Cîhan'ê û Li Çar parçê Kurdistan' ê Wê Çi Bibê Hilbijartin li Tirkye xilas, lê pisgirêk ne xilas Di Hilbijartine Tirkye û Bakûr de Kî Tê û Kî Diçê Di hilbijartine Tirkye de Kârê Kurd'a Çîye? Em bi kû der de diçin, Rojhilata Navîn û Tirkîye bi kû der de diçin? Bındestîye Bı Hezar Sale Li Tirkîyê Rewş, li Bakûr sîyaseta tevlî hevudu Divabê geya ser bêhengîyê xwe şîn werê Gavê jibona bêjewendîyê şexsî, wê doza netew zayîf bike Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat, Kurdistanê Sor û Yek Rêbaz Rewşa Cîhanê û Gelê Kurd Gavê Jıbon Bêjewendîyê Şexsî, Wê Doza Netew Zayîf Bıkê Tu li kuştinê nahtor digerê, an jî xwarina têr? - 7 Xwe Nas Bik, Xetê Serast Bik Li Bakur di sîyasetê de depresyon - 5 Zor Zanê, Aqil Zanê? Bakur, Yek Bloq û Hilbijartin An Serxwebûn an jî Bindestî Doz û Hilbijartin - 1