Hilbijartin li Tirkye xilas, lê pisgirêk ne xilas

Raste hilbijartin gelek mûhîmin,lê gotineke xweş heye,""Here û were meaşê te bi pênç pere"""Ne diçim û ne têm,bere meaş jî ne pênç pere bê. .

Sileman Çaqir

29.06.2018, Cum | 11:54

Hilbijartin li Tirkye xilas, lê pisgirêk ne xilas
Nêrîn Belav bike

Dema Xwadayê mezin însan didê Dinya yê tiştne jî didîyê, jîyankirine, zimane, welatê, qewme (Gel)Dîrokê, rengê însanî ye. ..Wek Kûrd li vê cîhanê kûjan mafê meyî rewa ketîye jîyanê û ne qedexeye?

Ev heye 698 sal ku Kûrd di nav sînorê nav Dewletî de jîyaneke bindestî jîyan dikin..Lê kesek nabê jê ev Gel bindeste û mafekî wî rewa heye û tim qedexeye...Bere ev qedexebûn rabê û ew jî wek Gelê Cîhan bi Azad jîyan bikê. .Lê kûjan serok komar bêjê wê ev gotin li serê wî bibê belâke Dîrokî, mîne Mîterand ú rehmetî yê Turgut ÖZAL...

Lê gelek Dewlet mafê Kurd'a qedexe dikin û kesek tiştekî nabêjê di destûre nav Dewletî de dibê her şexis û Gel mafê wîye ku bi Azad jîyan bikê. ..Ev heye ku 43 sal ku li Bakûr û li nav sînorê Tirkye şerekî tevlî hevdû heye û bi hezare însan jîyane xwe ji dest didin,gûnd xerabûn dor hate bajare û Cîhan çavê xwe miç dikê û gûhê xwe digrê ev jî gelek bâlkêşe. ..

Berî bi çend sale gotin agirbest û aşîtî, bere ev tofan rawistê çend gavê xweş hatin avêtin û dîse qîyamet rabû û wey li wî ku xwe bê gúneh bidê naskirin..Hên jî çime proje xendekâ dest pê bû Kûrdê Bakûr nîqaş dikin û tu kesî gûnehê xwe dîyar ne kirîye...Mîne çîroke heban diz lê ne ez diz,kî diz?Ne kesek DIZZZZZ....!Başe piştî vê lîstike bê mîne ku mirov dengê xwe bidê rexekî ji vê bê aqiltî çi heye?Di bêjim ez xwe nakim bin vî webalî, jibon ku tu mafê min nasnakin û pisgirêkê welat çareser nakin,eynî tas û eynî hemam,lê xeta nav Dewletî çi biryar dabê ewê pêk bê û kî xwestibê ewe serok komar û ewe Meclise ser kâr..Dengê xwe jibon bidim tu rêçk û hêvî tûnene........

Hilbijartin jibon Demoqrasîyê gaveke nû ye.Jibon Gel'an ser xêrê bê û bibê minasebeta aşîtîyê û rawist bûne şer û wêran bûnê. Bi taybetî jibon pisgirêkâ Gelê Kûrd û tevayî bibê çareserî. ..

Serok komar Recep Tayyip Erdoğan gaveke nû avêt û kete dewreke nújen...Jibon ew jî çi pisgirêkê hene û mafê Kûrd'e çareserîyê bînê serkeftineke Dîrokî jibon tevayî pîroze...

Li Rojhelate Navîn rewş gelekî tevlî hevdû ye ,lê jibon zelal bûne va pisgirêk û rewşa heyî bê şik û goman pêwistî bi Gelê Kûrd heye û eger serok komar RTE dest bidê Kûrd'e liser esasîye stratejîk wê bar gelek sivil bibê. Ev gav û dest dirêj bûne ku RTE bidê Gelê Kûrd û bi taybetî Başûr ji xwe ferze û bêhengîye wê jî Dîrokî heye...Ji Dîrok van Heredot bigrin heta bi Hermes Kûrd û Tirkê Anatolîyê girêdaneke Dîrokî heye di nav wade"""Mixaletî bûn"""Raste hinek ji derve hatine û xwe bi vî rengê Tirkayî dane naskirin û dema ku firset ketîye destê wade zilm li Kûrda kirine û ev jî bûye fesadî ye nav Gelan. .....

Proje liser Osmanlî îro ber dewame wê pêk tê û zerar bi gelek bûn li Gelan dibê û bi taybetî li Gelê Kûrd dibê. ..

Kúrd ne ên berêne lê Kûrd jî sîyaseta nav Dewletî divabê fêr bibin,ev pisgirêk bi zirt û zorê çareser nabê, ji xwe bi meqamê Qandîl tucar çareser nabê. Em li çime bûna wê bi hêlin wextekî dîtir....

Çawa CHP nikarê sîyaseteke ku bibê rêber û mîr û mîras, HDP jî bi meqamê berê divabê sîyasetê nekê û li Gelê Kûrd gûhdar bikê û bi taybetî zanistê Kûrd. ..

Zengîn tî ye li Kûrdîstan heye li tu welatî tûneye,eger Tirkye dest bidê Kûrd'e wê ev 10 salê di pêşde wê bibê yekem Komar...Di dema ku werê mimkine şerê nû û mezin pêk werin,eger Tirkye û Kûrd li cem hevdû bin wê zû ne dereng dost gelek pir bibin û endam tî yê jibon Tevayî wê li nav yêkîtîye Ewropa jî gelek derî vebin,Ereb û Faris gelek nezan û ne dil xwazê Kûrd û Tirkye ne....Şîa her tim li ya xweye,Ereb tu kes ne xeme jibon wa....Barê çareser búne pisgirêkê Kûrd, Tirkye,Rojhelate Navîn di kevê ser pişta Tirkye û Gelê Kûrd de...

Raste gelek carne gav hatine avêtin lê ên mîne Enver beg xerabî çawa bi Siltanê osmanî kirîye sê qat bi Kûrd e re jî kirîye....

Di va bê ji va şaşîtîye ders bê sitandin.Bê çawa ev heye 43 sal tim şere û tim zerar anîye ev jî wisaye. .Eger xwedê jê razî Turgut Özal tedbîr sitand dibe wî îro rewşa me tevayî gelek cûda bâ ne. ..projeke nav Dewletî heye û ji 450 de weke îro tê meşandin...Armanc yek sîstem li cîhanê pêk werê, başe lê jibon serdestîye yek qewmîye û ferman liser serê Gelê Rojhelate Navîne...Jibon ku ev proje serast bibê û Demoqratîk bibê divabê Tirkye dest bidê Gelê Kûrd û destê Kûrd e neberdê. .Di awilde li Bakûr OHAL rabê, şer rawistê û jîyane ser biser Demoqratîk dest pê bibê û afûke jibon girtîyê zîndanê pêk werê. ..Ev gav mûhîm û esasî ne, gelek ciwan hene zanengeh xilas kirine jibon sloganekê ceze xwarine û nabin kârmendê Dewletê ev jî pisgirêgeke gelek mûhîme. ..Aborî di Rewşeke hesas de ye,ev tehlîkeke mezine..Jibon ku qaos pêk newin zû û ne dereng çareserî werê. ..

..Eger meclise nû bi aqilane û bi projê nû û reformê Demoqratîk dest bi çareserîye nekê, rewşa tevlî hevdû wê lehîyeke mezin bînê û emê tevde liber lehîyê biçin..Em hêvîdarin ku ne lehî werin,biharê xweş û bi Jîyaneke maf nas werin...Ku Gel tevde bexte war û dil xweş bibin....

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
3316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:01

Sileman Çaqir

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Jı Dema Nû, Dılê Hêvîdar (1) Xeyal û 2020.. Ev Pisgirêkê Tevlî Hevdû, Banga Herba Cîhanî A Sêyeme (3)Gelo?. Armanca Plânê Bê Dengî Çîye? Dewran Hat, Dem Nûye.... Wê Dengê, Bakûr, Başûr, Rojhelat, Rojava Bibê Yek; Kurd Bibin Azad.. Lîstike Nav Dewletî û Sê Meymun Liser Bingehê Tarî Rewşeke Nûye Yek Rexne Û Yek Gazın Jıbon Dervî Welat (1) Li Rojhelata Navîn, Lîstike Haftikê Jı Vê Deme Nû Re, Projê Nû Dıvın Hereme Azad û Role Kurd Rojev û Pèşeroj Ji Kurde Çi Dixwazê? Şeş Komarê Nû û Yek Sîstem (2) Şeş Komarê Nû û Yek Sîstem Harbe Cîhan'ê A Sêyem'e; An Jî Aşîtiye Dîrokîye? Çi Dibê û Kî Zanê Tiştê Li Rojhelate Navîn de Sîyasetmedarê Ku Doza Xwe Nasnekê, Tim Şaşe. ..! Divabê Doza Kurd Liser Her Bêjewendîye Bê Rewşeke Nû, Divabê Werê Pêşeroj û Kurd û Kurdıstan Rojhelata Navîn û Dewrane Nû Nisêbîn'e Wêran û Şaredarê Nu Hatî (1) Peyame Hılbıjartınê, Fêreke Dîrokîye, Ên Ku Fahm Bıkê....! Eve Partî, PDK-T'ye! Min dît û nabêjim! Li Bakur Gundirê Vala û Qomploye Liser PDK-T'ye Partîye Fermî û Xebate Netewperwer Çîye? Li Bakur,Çime Xeta Netew Biser Nakevê? Li Rojhelate Navîn, Mifte Yek'e, Derî Sed'e Şerekî Nû û Jîyaneke Li Ber Derîye Hilbijartine Heremî (2019)Û Tifaqe Li Bakur, Çime.? Rewşeke Nû û Rojhelate Navîneke Nû Li Rojava Şer;Li Bakur Hilbijartin û Kurd Çi dikin? Dema Îro Dibê Şer Na;Bere Aşitî Bê. Bakur, Heta Kengî Wê Fêrî Sîyaseta Netew Bibê? Ziman û Însan Kî Kîye, Kî Çıdıkê û Gelê Kurd Hilbijartine Heremî de,Zerik û Hemam Divabê Bê Gûhertin War Ew Warê, Lê Bihar Ne Ew Bihare Komarê Rojhilata Navîn û Kurdistan Çime Hewler û Çime şerê nû? Çar Dorê Cîhan'ê û Li Çar parçê Kurdistan' ê Wê Çi Bibê Di Hilbijartine Tirkye û Bakûr de Kî Tê û Kî Diçê Di hilbijartine Tirkye de Kârê Kurd'a Çîye? Em bi kû der de diçin, Rojhilata Navîn û Tirkîye bi kû der de diçin? Bındestîye Bı Hezar Sale Li Tirkîyê Rewş, li Bakûr sîyaseta tevlî hevudu Divabê geya ser bêhengîyê xwe şîn werê Gavê jibona bêjewendîyê şexsî, wê doza netew zayîf bike Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat, Kurdistanê Sor û Yek Rêbaz Rewşa Cîhanê û Gelê Kurd Gavê Jıbon Bêjewendîyê Şexsî, Wê Doza Netew Zayîf Bıkê Tu li kuştinê nahtor digerê, an jî xwarina têr? - 7 Xwe Nas Bik, Xetê Serast Bik Li Bakur di sîyasetê de depresyon - 5 Zor Zanê, Aqil Zanê? Bakur, Yek Bloq û Hilbijartin An Serxwebûn an jî Bindestî Doz û Hilbijartin - 1
x