Roj bi Roj jîyan diçê berbi qaos û depresyonê de.Li milekî şer û pevçûn,li milê dîtir pêwendîyê însanî tar û mar dibê.
Dema derbas bûyî qedir û qîmet hebû îro û divê demê de qîmet xilas û pere bû bela serê mirov.Ji Misrê heta bi Surye hawar û fîgane.
Li Kûrdîstan ferman û qatlîame. Di qernê bîst û yek de Kûrd bê Dewlet û parçe parçene ,lê ji ti kesîre ne xem û derde. 12 Gulan'ê li Başûr,Kûrdîstan û ıraq'ê hilbijartin pêk hat..
Ger ne ji Şûreqasîye li Başûr be , PDK wî bêhtir xûrt û ser bi kevîbe, dîse serkeftineke Dîrokî pêk anî. Li Bakûr û Tirkye 24/06/2018 de hilbijartin heye,PDK-T 'ye bi coşeke mezin û bi moralekî xweş xwest ku partî û hêzê Kûrd werin cem hevdû û bi yek bloq biçin hilbijartinê.
Serokâtîye HAK-PAR xweş zanê li dervî welat çi hate gotin, piştî pêwendîyê li Tirkye sebir nekir û ji tifaqê paşve ket,HDP bi emir û zixtê Qandîlê kete bin emir û namede, Ev heye 43 sal ku li Bakûr Gel,ê Kûrd tim wêran dibê û tim winda dikê. ..Rojhelada Navîn bûye meydane şer û Ereb,Faris tim di xewa girandene û li benda emrin.
Çend kevir ú fîşek hatin avêtin û te qandin li filîstîn Kúrd li Bakûr bûne di bend,lê Îran Heroj en hindik 2-4 Kurde bi darve dikê deng ji kesî nayê.
Qaos mîne marê kor jîyanê Roj bi Roj dixê astengîyê,lê ti kes nakê xem..
Ger ev wisa biçê wey li hâlê Cîhan'ê, divabê Kûrd ser bi ser jibon xwe amede bibin,eger nebin ev bindestî wê berdewam bibê.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.