Ji dema ku Komare CûmhûrrîyeteTirkîye ava bûye û wek îro gelek hilbijartin pêk hatin û gelek şaredar û reîs hatin û çûn.
Lê mîne vê hilbijartine şaredarî a 31/03/2019 'e pêk nehatîye û nebûye. Tifaq û tiştê bûn û hatin gotin di Dîrokê de bê mîneye.
Lê azmona vê hilbijartinê jibon Bakur û Gelê Kurd re aqildayîkeke mezine. Bi taybetî jibon partîyê Kurd û HDP re, li Anatolîyê Partîyê Tirkîye divabê nûjen tefekûr bibin.
Dema ku mirov ji 1974 û wek îro Bakur û rewşa Kurd diber çavde derbas bikê, dewre wezîrê Kurd ên Bakur xweş mîneye .Ev heye 45 sal ku şer berdewam bu. Kurdê Bakur di her warîde kedeke mezin û bedelê Dîrokî dan û tiştekî jibon mafê xweyî rewa bi dest nexist û siyasete xendeke û rêvebertîye bi şaşî her tişt tar û mar kir û cezekî Dîrokî dayî sîyasetmedarê Kurd û bi taybetî HDP. Divabê ev xweş nîqaş bibê û rêverbertî li himberê raye giştî xwe rexne bikê û ûzre xwe ji Gelê Kurd bi xwazê û liser tifaqeke berbifireh û bi projê nu û di rêbaztîye netewde dest bi sîyasetê bikê.
Eger ser bi ser li Rojhelate navînde sîyaseteke bi edaletî, Demokratik û bi taybetî li Kurdistan zû û ne dereng dest pê nebê û mafê Gelê Kurd bi cîh nebê tu hilbijartin û şer çareserîyeke Dîrokî nayê û rewşa Cîhan roj bi roj wê xerab bibê.
Divabê her şaredar û rêber, serok komar, sîyasetmedar bibin xizmetkârê Gel, ji mafê Gelê Kurd ên rewa hûrmet bigrin û rewşa Gel û Gel'an bikin rewşeke aram û însanî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.