Parve kirine Kûrdîstan û jîyane Kurde ji xwe dîyare. Divabê Gelê Kurd rûpelekî nû vekê. Ev rûpel liser bêjewendîyê netewî û yek pare bê.
Şoreş dest pê bû xîyanete 66 mîne kelemekî jahrî bu bela serê Kurde. Ji 1946 heta 1992 li himberî fermanê liser Gelê Kurd Cîhan bê deng ma.2017 de Gelê Kurd îrade xwe dîyar kir xîyanete 66 du bare bû.
2008-2009 de xeta nav Dewletî bîryarê nû dan û liser Rojava dest bi şerekî nú kirin.Di wê demê de li pişt perdê axe Surîye wek sê parçe bi Komara Surye dane qabûl kirin û pere rêbertîyê jî dane. Lê xeta navdewletî a reş liser şer israr kir û hêzê terorrîst berdane nav Kurdistan. Pêşmerge bi qehramaneke dîrokî liber xwe da û welat parast. Dewletê cîhanê nûjen tefekûr bûn û pêwendî bi rêbaztîye netew re danîn, lê li gelek mille hinek hêz û partîyê ku wek Kurd têne nasan çewtîtî kirin û pisgirêk di nav Kurde da zêde bûn.
Rojava tar û mar bû xendek li Bakur aqîbeteke xerab der xist holê. Bi hijmarê gelek mezin komar û hêz li Rojava kohnê xwe vekirin û bêjewendîyê xweyî liser aborîyê pêk anîn hineke petrol,hineke zeytûn hineke jî madenê bin erdkî jê kâr kirin.Gel mir û penaber bû. Di dawîde taqsî hatin gûhertin û jibon şerekî nú îro proje amedene. Ev proje jibon şerekî nûye, Gelê Kûrd zû û ne dereng liser projeke nû xwe amede bikê û liser yêkîtîyeke netew û dibin rêbaztîye netew dengê xwe bi gihijînê Cîhan û xeta navdewletî û mafê xweyî rewa dobre dobre bi parêzê .Ev parêztine nû wê derîyê nû vekê jibon Gelê Kûrd û Kûrdîstan re.
Dema ev gavê nû neyêne avêtin wê şerekî gelekî cepheyî pêk werê û xîyaneteke dîrokî li Kurde bibê û Kûrd pênç sed salî dîtir bindest bimînin,di vî wextî de wê Kûrd ser bi ser asîmîle bibin û qewmîtî xilas bibê.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.