Jibon sedsalîye Cimhûrîyete Tirkye hindik ma...Lê tim şer û pevçûn ne rawistin û derbê leşkerî kêm nebûn..
Çend salê búrî gelek şexise xeyalê xweş kirin,lê di xeyalê xwede ketin bê hevîtîyê. Ên zanê ji xwe zanê; Ên ku nizanê baqê nîskeye....Sîyaset di navbera dû qûweta de bû sîyaseta şêwir û mixêlif, ev jî roj bi Roj ber bi îflas bûnê de diçê, Gel nûjen tiştne fahm dikê û mesele bû mîne çîroke pepûkê.
Gelo dema sîstemek sed salê xwe di bînê ew jî mîne mozê jiber xwe dimrê? Jibon ku mirin zû newê hilbijartin heba aspirin'e? Başe di 24 Hezîranê de kî bê serî wê ev pisgirêk çareser bibin..? Eger hûn bêjin kûjan pisgirêk? Bênim bîra we...
Pisgirêke Gel'ê Kurd û mafê hemû Gel'e. Demoqrasî û mafê mirove. Aborî û parve kirin. Vala kirine zîndane û berdane girtî yê sîyasî. Tirs û rawist bûne şera. Sîyaseta Demoqratîk û bi esasî. Pêwendîyê nû jibon Kurd, cîran û Cîhanê.
Wek va gelek pisgirêk hene û li benda çareserîyê ne. .Li serdorê gotinen di gerin,dibêjin Dema hilbijartin xilas bibê wê projê nû û Demoqratîk têkevin jîyanê, raste û ne raste xwedîyê malê zanê.
Eger îro xwedî biryar derkevê medya û bêjê Ey Gelê Kûrd dest bide û ez amedeme û çend gavê Dîrokî bavêjê wê sedî sed werê serî û Gel moral bistînê, lê ku eynî tas û eynî hemam bê, wê dolar jî har bibê û herkes har bibê û bablîsok na sekinê.
Ev heye wextekî dirêj ku partîyê Kurdistanî dibêjin werin em bloqe hilbijartinê ava bikin, HDP dibê ne mi diz, çendekî dîtir dibêjin heban diz , lê kî diz. Zaten Kurd jibon mirinê, xanî jibon xerakirinê ev besî waye....
Ma kî? PDK-T, PAK,PSK,HÊZA AZADÎ, PDK (Platforme Demoqratî Kurdistan)û çend komel...Jibon va partî, platform û komele re hinek firsetê xweş hene, destê xwe bidin hevdû liser projeke esasî û namzetê xwe,dîyar bikin û derkevin nav Gel dobre dobre dest bi xebatê bikin, bawerim gavê xweş wê bena avêtin û bi qomisyoneke aqilane dest bi pêwendî yê dîplomasîyê bikin...Emê meyzekin çawa dew birayê maste.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.