Ji 1893'ê wek îro,bi seda serhildan,ferman,Enfal, qatlîam,darve kirin, penaber bûn,winda bûn,hawar û ferman tim pêk hatin û berdewamin.
Qadî Mûhammed, şêx Ebdûlselam, şêx Mahmûd, şêx Seîd,Seyîd Rıza,Simko,mîne vane bi seda,xelkê çi jiwa kir,ji xwe dîyar û aşîkâre, Bavê netew Mistefa BARZANÎ femane wî rakirin û penaberî Rusya bû.
Gelo ev mîne li cîhanê çend hene?Seddam keçê Kûrd Revandin firoştin xelkê, bi hezare Kûrd qetil kirin û bi hezare gûnd xerabûn û bajar wêran bûn.
Esad nasnameke Komara xwe ji Kûrde re gelek dît û di sînema Amûdê de zarokê Kûrd'e şewitandin. Rojava xera kir...Îran her roj en hindik çar Kûrd'e bi darve dikê, bi melyone Kûrd'ê Rojhelat li çîye jîyan dikin. Jawa stalîn bi hezare Kûrd qetil kir û wa sûrgûn kir. Li Bakûr ev heye 99 sal tim şer û fermane,bi hezar Kûrd qetil bûn, Gûnd xerabûn û liser proje xendekâ gelek bajar wêran bûn, penaber bûn pêk hat bû hawar û fîgan.
Îro,hebûne Kûrd di tehlîkeke mezin deye,jibon ku Kûrd parçe parçene,li serdora Kûrd tim şere.
Dema ku ev aqîbeta xerab hatîye serê Gel'ê Kûrd û jê derseke Dîrokî dernexê, wê kengî bibê jibon xwe û bibê yek rêbaz û mafê xweyî rewa bistînê?
Divabê Kûrd jî xwe bi pirsin û çend pirse û Bersiva xwe bidin.
Bindestî, anjî serxwebûn û Dewlet bûn? - Yek rêbaztî û yek rêzî ,an jî parçe bûn?wek va pirse çend pirsê dîtir hene.
War ew ware, lê bihar ne ew bihare...Kûrd bindestin lê li merheleke ne xerabin, li Başûrgavê xweş hatin avêtin,li çar dorê cîhanê dengê wa heye,lê tiştek kême, yek rêzîtî, yek rêbaz,di her warîde qomite û dîplomasî, ev bar dikevê ser milê serok Mesûd Mistefa Barzani de,bê şik û goman,piştî li Başûr û Iraqê meclis ava bû, zû û ne dereng qomiteke netew ava bikê û ji aborîyê heta bi kûltir û çandê, ziman û Dîrokê, xezîne û dîplomasîyê, ava kirine PDK li her welatî en hindik qonsolose ava bikin û bi yek dengî xebat bibê, ev xebat di warê hiqûqê nav Dewletî û bê zor berdewam bibê û pêk werê.
Bakur hilbijartinê bi yek bloq pêk bînê. Dema ev pêk werê, wê çerxa felekê werê ser xeta rast...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.