Aborîye Cîhan'ê roj bi roj qebra xwe amede dikê. Li Rojhelate Navînde aqîbet xerabtire. Bi ser vê aqîbetê de,şer u pevçûn zêdetir dibin. Empwryalê mezin tim xape didin xwe u Gelê bindest didin xapandin, lê ti helwesteke bi aqilane nayê danîn, mîne pisîk bi mişk dilîzê serdest bi bindeste di lîzin. Kurd gavê pîroz tavêjin, xeta reş a navdewletî, masqotê xwe derdixê pêş u jibon heza netew a Kurd re astengîye derdixê. , Gelo ev planekî nûye li himberî xeta netewî Kurd?
Gelê Kurd di gava Dîrokê a yekemde u weke îro, tim jibon medenîyetê xizmet kirîye, lê Cîhan u cîranê Kurd çime vê nabînin u deyndar bûne xweyî li himberî Gelê Kurd bi cîh nayênin. Îro tiştê tê serê Gelê Kurd u ên ku bûne Cîhan gûnehkâre. Heta neha 128 ferman anîne serê Kurde. War, çand, Gel ser biser parçe parçe kirin u ji zilme ku li Kurd kirine u dikin jê têr nebûn. Mîlyonek kirin xwedî Komar, lê şêst (60)mîlyon Kurd di jîyaneke wêran de ye. Ma ne bese?
Zordar u zalim anîn ser serê Kurd xistin mezin u xwedî Komar, lê Kurd penaber, qetil u li Cîhan belav dibin, ji xwe jibon Cîhan re nabê derd. Hatin li warê Kurde şer dest pê kirin u zilme herî mezin li Kurde dikin, ev aqîbeteke gelek xerabe. Dibêjin eger em bigijin armancê xwe bere Du mîlyar mirov bimrin u ev jî delêlletê herba Cîhan a sê ye me, ev çawa wîjdane? Li Îran ji zilme u zordarîyê serhildan heye, lê dîse zilme herî mezin li Kurde dibê. Kesek deng dernaxê. Ev çawa wîjdane? Li rojava Kurd belav kirin u neha xelkê xerîb li warê Kurde bi cîh dikin, ev jî xetereke gelek xerabe. Li Başûr Kurde jibon xwe îrade xwe heşkere kirin lê Cîhan ser bi ser helwest danî. Ev tiştekî hovaneye. Kurd xistin parçe u bindest hiştin lê dîse nakin xem. Eger ev şer u xapandin ranewistê yekem wê Cîhan zerar bibînê u Kurd tiştekî winda nakin.Eger Cîhan bi aqil bê wê vî şerî rawistênin u mefê Kurde bidin, Cîhanê ji vê felaketê û herba sê yem xilas bikin u jîyaneke aram dest pê bikin. Ger nebê mirine Cîhan nêze, ne derenge.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.